Li Mexmûrê koma 74'emîn greva birçîbûnê dewir girt

  • 13:40 11 Gulan 2021
  • Rojane
 
MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ hatiye destpêkirin, bi biryardariyek mezin berdewam dike. Çalakiya greva birçîbûnê îro koma 74’emîn dewir girt. 
 
Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê û herêmê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê hat kirin. Îro koma 74'an çalakiya greva birçîbûnê dewr girt û çalakî 145 roj in didome.
 
Merasîma dewirgirtinê piştî deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Li ser navê koma 73’yemîn Mihemet Bulut axivî. Mihemet di destpêka axaftinê xwe de jina şoreşger û hûnermend Hozan Mizgîn bîranî û got: “Di şexsê Rêber Apo de êrişekê topyekûn li ser tevahî Gelê Kurd tê meşandin. Li Rêber Apo xwedî derketin xwedî li heqîqeta xwe derketine. Pêwîste herê zêde jî Wargeha Mexmûr vê rastiyê bi zanibe û li gor wê tevbigere. Kesê ku em ji taritiyê ber bi ronahiyê ve biriye Rêber Apo ye. Rêber Apo me ji taritiya mirinê derxist. Ji ber vê çendî neyarên me di şexsê Rêber Apo de dixwazin tevahî destkeftiyên Gelê Kurd tune bikin.
 
Li Mexmûrê 27 sal in berxwedanek heye. Ger ku em di vê zanabûyînê tevbigerin em ê bikaribin rast tevlî vê pêvajoya bi hessas bibin. Dem dema xwedî li Rêber Apo derketine, dem dema xwedî li heqîqeta xwe derketine.”
 
Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" û "Bijî berxwedana gerîlla" bi dawî bû.