ROJEVA 11'Ê GULANA 2021'Ê
- 09:00 11 Gulan 2021
- Rojev
*Jinên di salên 90’î de ji ber polîtîkayên dewletê koçber bûn, bi wesîleya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, nêrînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ew tevî astengî û asîmîlasyonê çand û zimanê xwe didin jiyîn. DÎMEN HEYE
*Hunermenda Kurd Hozan Mizgîn ku di hunera Kurd de rêyek nûh vekir û huner û şoreşgerî kir yek, 29 sal berê jiyana xwe ji dest da. Birayê wê Şeyhmus Aydin wiha derbarê wê de got: “Mizgîn hem hunermend hem jî şoreşger bû.” DÎMEN HEYE
*-Li Dêrsîma ku ji aliyê desthilatdariyê ve wek bajarê aram tê îfadekirin, şîdeta li ser jinê, êrîşên li hember erdnîgarî, çand, bawerî û nasnayê tên veşartin. DÎMEN HEYE