'Şîdeta li ser jinê di pandemiyê de zêde bû'

  • 09:02 10 Gulan 2021
  • Rojane
Marta Somek
 
STENBOL - Ji Tevgera Jinên Azad (TJA) Tulay Guler û ji Weqfa Stargeha Jinan a Mor Çati Psîkolog Asli Yukçu  di pêvajoya pandemiyê de, şîdeta ku li ser jinan zêde bûye nirxandin.
 
Kuştinên jinan û şîdeta li ser jinan ku roj bi roj zêde dibe, piştî pandemiyê  zêdetir bû. Hema hema her roj sê jin ji aliyê mêran ve tên qetilkirin. Tevî hemû bangan di 2020’an de mêran 300 jin qetilkirin û 171 jinan jî bi guman jiyana xwe ji dest dan.
Bi pandemiyê re li gorî daneyên hatin parvekirin di 2021’ê de jî kuştinên jinan berdewam kirin. Di meha Çileyê 2021’ê de 23 jin hatin qetilkirin, 14 heban bi guman jiyana xwe ji dest dan. Di sibatê de 28 jin hatin qetilkirin, 12 heban  biguman jiyana xwe ji dest dan. Di Adarê de 28 jin hatin qetilkirin, 19 heban biguman jiyana xwe ji dest dan. Di Nîsanê de jî 16 jin hatin qetilkirin û 14 jinan bi guman jiyana xwe ji dest dan.
 
Ji Tevgera Jinên Azad (TJA) Tulay Guler û ji Weqfa Stargeha Jinan a Mor Çati Psîkolog Asli Yukçu derbarê pêvajoya pandemiyê de, şîdeta ku li ser jinan zêde bûye û der barê serlêdanên piştgiriyê de nirxandin kirin.
 
‘Gelek jinan serlêdan kirin’
 
Tulayê bi lêv kir ku şîdeta li ser jinê bi pandemiyê re ji sedî 43 zêde bûye û di vê pêvajoyê de gelek jin bi telefonê li TJA’yê geriyane û daxwaza piştgiriyê kirine. Tulayê wiha destnîşan kir: “Me îfadeyên jinê esas girtin û nirxandin kirin. Ji bo piştgiriya psîkolojîk, aborî û manevî me hemû derfet seferber kirin.”
 
‘Dewlet qanûnên xwe jî pêk nayne’
 
Tulayê axaftina xwe wiha domand: “Heta zîhniyeta serdest a mêr neguhere, wê şîdet, tacîz, tecawiz bidawî nebe. Gelo mirov dikarin, hevjîn, dayik, xwişka xwe bikujin, ev qirkirineke jinê ya sîstematîk e. Ev ji krîza siyasî û aborî serbixwe nîne. Ji ber mirov pirsgirêkên giran dijîn. Her roj întîhar tên jiyîn.  Kujer ceza nagirin, cezayên wan tê kêmkirin. Cil û bergan li xwe dikin, kravatan girê didin û ji ber vê tên berdan. Yanî dewlet qanûnên xwe jî pêk nayne.”
 
‘Şîdet nêzî me ye’
 
Tulayê bi lêv ki rku jin ji aliyê mêrên herî nêzî xwe ve şîdetê dibînin û ev tişt bi lêv kir: “Jin ji aliyê bav, bira, hevjîn, destgirtî, partnerên xwe ve şîdetê dibînin.  Mêr ji bo têkoşîna jinan bixetimînin polîtîkayan pêk tînin. Li hemû cîhanê kuştinên jinan zêde bûne. Desthilatdariya serdest  Peymana Stenbolê fesh kir.  Zîhniyeta serdest ev ji xwe re kir derfet û kuştinên jin û zarokan du kat zêde bûn. Ji ber dizanin ku wê ceza negirin. “
 
‘Em dest ji têkoşînê bernadin’
 
Tulayê her wiha der barê serlêdanan de jî ev tişt daxuyand: “Ji jinên Kurd banag alîkariyê li TJA’yê dikin. Li taxên biçûk şîdet li jinan tê kirin. Em hewl didin bibin bersiv.  Bi taybet li herêmê polîtîkayên şerê taybet tên meşandin û li hember jinên Kurd şîdet zêde dibe, destdirêjî û tecawiz pêk tê. Mînak gumanbarên Îpek Er ya li Êlihê, Gulîstan Doku ya li Dêrsîmê û jinên din di nav me de digerin. Lêpirsînek tune ye, darizandin tune ye.  Ev jî helwesta serdest ya mêr a siyasî nîşan dide.
 
‘Di 2020’an de me bi 3 hezar û 936 jinî re hevdîtin kir’
 
 Ji Weqfa Stargeha Jinan a Mor Çati psîkolog Asli Yukçu jî  der barê bandora pandemiyê ya li ser xebatên Mor Çati de wiha axivî: “Di 2020’an de bi giştî me bi 3 hezar û 936 jinî re hevdîtin kir. Di destpêka pandemiyê de hat gotin ku cihên herî bi ewle mal in. Lê mixabin jin bi şîdetê re rû bi rû hatin hiştin. Di pandemiyê de şîdet zêde bû.  Ji ber pandemiyê gelek jinî bi rêbazên cuda serî li Mor Çati dan. Di meha Adara 2020’an de me serlêdanên hatin kirin, hevdîtinên wan rû bi rû pêk neanîn.  Bi maîlê serlêdan hatin kirin. Hîna serlêdan tên kirin. Jinên serlêdan kirin bi civînên onlîne tên gel hev.  Me hewl da ku em hemû serlêdanan bigirin û bê bersiv nehêlin. Ji aliyê jinên ciwan jî serlêdan zêde çêbûn.  Jinên li bajarên cuda perwerde didîtin ji ber pandemiyê vegeriyan gel malbatan û ji ber şîdeta fîzîkî, aborî û psîkolojîk serlêdan kirin. Bêguman ev di carekê de derneket holê. Lê bi bandora pandemiyê re jinên ciwan yên vedigerin malê, bêguman vedigerin cihê ku şîdet lê zêde ye. Jin rastî binpêkirinên nebaş tên. Şîdet li wan tê kirin û nikarin xwe bigihînin cihekî, serî li Mor Çati didin. Di her rewşê de divê em mafên xwe bizanin û em di çarçoveya qanûna 6284’an de rê didin ber jinan.”
 
‘Ji bo stargehan qebûl nakin’
 
Asliyê  destnîşan kir ku jinên serî li hêzên ewlehiyê didin bersîva ‘li stargehan cih tune ye’ ji wan tê dayîn û ji ber pandemiyê ji bo stargehan qebûl nakin û got: “Yanî qebûlkirina daxwaza jinan ji înstiyatîfa kesan re maye.  Wezaret û hêzên ewlehiyê neçarin daxwaza jinan bigihêjînin cihên pêwist.  Em piştgiriyê didin jinan ku bi israr daxwazên xwe bînin ziman.”