ROJEVA 10'Ê GULANA 2021'Ê

  • 09:00 10 Gulan 2021
  • Rojev
*Girtiyên bi navê Muhammet Koçyîgît û Vedat Gultekîn yên li girtîgeha Tîpa T ya Duzceyê girtî ne binpêkirinên mafan ji malbatên xwe re ragîhandin.  Malbatan got: “Gardiyanan ji ciwanan re gotine ‘hunê  îmzeyê bavêjin bin nivîsê, lê xwendin tune ye’. Ciwanan ji ber îmze navêtine belgeya ku naveroka wê nizanin, cezayê disîplînê li wan hatiye birîn.”DÎMEN HEYE
 
*Ji Tevgera Jinên Azad (TJA) Tulay Guler û ji Weqfa Stargeha Jinan a Mor Çati Psîkolog Asli Yukçu  di pêvajoya pandemiyê de, şîdeta ku li ser jinan zêde bûye nirxandin. DÎMEN HEYE
 
*Mirina masiyan di demên dawîn de her ku diçe zêdetir dibe û ligel xwe fikaran jî çêdike. Seroka ÇMO'yê Fatma Akgun detnîşan kir kı mirina masyan bi tena serê xwe ne sedemek biçûk e û wiha axivî: “ Sedema mirina masiyan a yekser projeyên HES û bendav in. Lê belê sedemek a girîngn jî kêmasiya venêrinê ye.” DÎMEN HEYE
 
*Jinên li deşta Pirsûsê li ser erdê nîskan dixebitin, diyar dikin ku bi mêran re dixebitin lê li gorî mêran karê wan hîn girantir e. Jinan da zanîn ku beramberê keda xwe nagirin û gotin keda wan tune tê hesibandin. DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka giştî ya dema berê ya DBP’ê Sebahat Tuncel derbarê rûniştina Doza Kobanê ya di 26’ê nîsanê de hat dîtin de axivî û wiha got: “Pêvajoya dadgehê wê ji bo me bibe qada têkoşînê ya ku aştî, demokrasî, wekhevî tê parastinê. Jiyanek din pêkane. Tenê bila em têkoşînê bilind bikin, piştevaniyê mezin bikin.”