Ji bo bîranîna Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê qurnefîl danîn

  • 14:11 9 Gulan 2021
  • Rojane
 
STENBOL - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûlan û parlamenterên jin ên HDP'ê di çarçoveya Roja Dayikan de li ser anvê Dayikên Şemiyê qûrnefîl danîn Qada Galatasarayê. 
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û parlamenterên jin ên HDP'ê li Qada Galatasarayê ya ku ji heftiya 700’emîn ve li Dayikên Şemiyê hatiye qedexekirin. Pervîn û wekîlên pê re, qurnefîl danîn pêş Lîseya Galatasara ya ku bi salane Dayikên Şemiyê li ber pirsa xizmên xwe yên winda dikin. 
 
'Êşa dayikan ji hev nayê cudakirin'
 
Pervîn, bi minasebeta rojê axivî û wiha got: “Ez roja hemû dayikan pîroz dikim. Li erdnîgariya me, dayikan êşên pir mezin kişandin. Em baş dizanîn ku li vî welatî, bi hezaran, bi milyonan dayikên ku zarokên wan winda bûne, cihê gorên zarokên xwe nizanîn, tu agahiyekê ji zarokên xwe nagirin û nikarin xwe bigihînin zarokên xwe hene. Li vê erdnîgariyê em agahiyê ji zarokên xwe nagirin. Bi hewldaneke mezin a dayikan em di nava lêgerînekê de ne. Em dixwazin kefxweşiya hemû dayikên ku agahiyekê ji zarokên xwe bigirin, bibînin. Êşa dayikan tu carî ji hev nayê cuda kirin.” 
 
'Êşa hemû dayikan eynî ye'
 
Pervînê, anî ziman ku rondikên çavên hemû dayikan wekî hevin û wiha got: “Nirx û qîmetê hemû dayikan wekî hev e. Êşên hemû dayikan yekin. Li vê erdnîgariyê, daxwaza hemû dayikên ku êş kişandine, jiyanek bê êş û dîtina zarokên xwe ye. Hêviya hemû dayikan ev e. Lê kesên vî welatî bi rêve dibin, welatek wisan ava kirine ku hemû dayik dûrî hev bisekinin. Halbûkî, êşa hemû dayikên li vî welatî eynî ye. Ez carek din roja hemû dayikan pîroz dikim.”