Greva birçîbûnê ya li Mexmûrê Koma 73’emîn dewir girt

  • 12:36 9 Gulan 2021
  • Rojane
 
MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ hatiye destpêkirin, bi biryardariyek mezin berdewam dike. Çalakiya gireva birçîbûnê îro koma 73’mîn dewir girt. 
 
Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê û herêmê di 27’ê Mijdarê de bi armanca  tevlîbûna pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de bi heman armancê li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê hat kirin. Çalakiya ku 143 roj in diome îro koma 73'an dewr girt.
 
Merasîma dewirgirtina çalakiyê bi deqeyeke rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan hat dest pê kirin. 
 
Li ser navê koma 72’emîn Murat Encû di destpêkê de şehîdên ku di 2010’an de ji aliyê rejîma Îranê ve hatîn darvekirin bi bîr anîn û wiha axivî: ‘’Em weke gelê wargehê ciwanên welatparêz em ê heta dawiyê ji bo pêkanîna xeyalên şehîdan li ber xwe bidin û tekoşînê bikîn. Weke hun dizanin di 23’ê Nîsanê de ji aliyê dewleta dagirker a tirk ve êrişek berfireh li ser herêmên parastina medyayê hat kirin û heta niha êrîş berdewam e. Hemû cîhan dibîne ku êrişên dagirker çewa ji aliyê Gerîlla ve tên valaderxistin û çewa derban dixwin.  Lê hertişt danîna ser milê Gerîlla ne tiştekî wijdanî ye. Divê her ferdekî Kurd li kuderê be bila bibe, piştgiriya xwe bi têkoşeran re bide diyarkirin û tevlî bibe. Em weke ciwanên Mexmûrê careke din dibêjin em ê heta dawiyê li pey doza xwe bin û em ê bi ser kevin.’’
 
Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû.