Çalakiya greva birçîbûnê di roja 164'emîn de ye

  • 09:05 9 Gulan 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hatibû destpêkirin di roja 164'emîn de didome.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan di 27’ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin ji aliyê koma 33'yemîn ve hatibû dewrgirtin. Çalakî di roja 164'emîn de didome. 
 
Herwiha, Hevşaredara navçeya Dêrikê ya Mêrdînê Mulkiye Esmez a ku li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsa Mêrsînê tê girtin di hevdîtina ku bi telefonê bi malbata xwe re kir de, diyar kir ku çalakiya girtiyan heta ku tecrîd bê bidawîkirin wê bi biryar berdewam bike. 
 
Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dijîn jî ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Ev grev di roja 126'emîn de didome. Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê pêşengiya çalakiyê dikin.