Girtî Şadiye Manap: Hemû zext û zor li dijî têkoşînê ye

  • 09:03 9 Gulan 2021
  • Rojane
 
Gul Guzel
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên jin ên li Girtîgeha Gebzeyê di nameyên ku ji hevalên xwe re şandine de bal kişandin ser binpêkirina mafan. Di nameyê de hat gotin hemû zext û zor li dijî têkoşînê ye.
 
Li nameyên li kaxizên vala yên bi mohra ‘HAT DÎTIN- NIVÎS TUNE’ hatine mohrkirin, ji aliyê komîsyona xwendina nameyan ve mohra duyem a ‘hat dîtin’ tê lêxistin. Ev helwesta ku tu hincet û qanûn venabêje,  vê gotinê tîne hişê mirovan ‘ev qas jî bi mirovan nayê kirin’… Gelo wekî din çi dibe, xwendina nameya jêr têr dike. Ji bo ku di nav girtinê de girtin dîtin….
 
‘Merhaba!
 
Ez we bi hezkirin silav dikim. Hêviya min başbûna we ye.
 
Me qertê we girtin. Ez ji bo dostanî û hestiyariya we spas dikim. Min dixwest bi zimanê xwe kurdî binivîsim lê di alî xwendinê de min got ku dibe hûn nikarinbin bixwînin. Di vê mijarê de dema ku we ji min re nivîsî vê jî diyar bikin. Ligel vê em nizanin ku tiştên me nivîsîne digihêjin we yan na. Hûn wê jî bêjin ez ê kêfxweş bibim. Qe nebe em ê bi pey nameyên xwe bikevin û bişopînin.
 
Hûn dizanin, li girtîgehê mirov ji azadiyê bêpar tên hiştin. Ev jî bi xwe ceza ye. Lê li welatê em dijîn, (Bêguman ne tenê li vir, li gelek welatên demokrasî lê tune ye) mirov nikarin behsa azadiyê bikin. Ka li vê mohra ku li navîna vê kaxizê hatiye xistin binêrin.  Li rupelê vala ‘HAT DÎTIN NIVÎS TUNE’  hatiye nivîsîn. Niha ez dinivîsim û li ser vê nivîsê  mohra ‘hat dîtin’ wê bê xistin. Me bi dehan carî serlêdan kir ku ev pêkanîn rabe. Lê ranebû. Me jî ji bo sedema vê mohrê biryarek fermî xwest ku em serlêdana hiqûqî bikin. Lê belga fermî nedan. Nedan ku em serlêdanê bikin. Ev yek jî mînakên biçûk ya jiyana zindanê ye. Wek hûn jî texmîn dikin, her tiştên li dijî azadiya civakî û xwezaya mirovane, hinceta berxwedan û têkoşînê ye. Ji bo vê jî, ji bo me jî wisa ye. Hebûn bixwe ne wisa ye gelo?
 
Wek gel, wek jin, jiyana me zehmetir e. Ji ber hebûna me jî mafê me jî tune tê hesibandin. Bi dehezaran sale, li ser vê axê em dijîn û weke ku keda me şopa me li ser tune digirin dest. Ji ber vê jî her tişt hîn zehmetir e, êşa wê hîn zêdetir e. Lê ev zor û zehmetî hemû ji bo me hinceta têkoşînê ye. Em moralê xwe xera nakin. Dema dostên me hebin em zêdetir bi coş û bi rûmet in.Lê belê hûn dibînin em nikarin bi dostên xwe re bi zimanê xwe binivîsin. Ji ber ku dibe dostên me  derfetê wan ê ku zimanê me bizanibe tunebe. Heta li vir gelek hevalên me yên kurd zimanê xwe nizanin. Çima ji ber ziman li dibistan, kolan, fabrîka û daîreyên fermî nayê bikaranîn. Ji ber vê jî tê jibîrkirin.
We xwestiye ku ez behsa jiyana rojane bikim. Bi hezkirin! Zindan cihekî biçûk e, lê mirov li cihên biçûk dikarin jiyanên mezin biafirînin.Di nameyekê de ne pêkan e ez balê bikişînim ser her tiştî. Lê di her nameyê de ez ê hinekî vebêjim. Ez dixwazim ji we re wêne bişînim lê îsal di lêgerînan de hemû wêneyên min birin. Hîna neanîne. Di pêvajoya koronayê de nehiştin em wêne bikşînin. Me carekê kişand ew jî nedan me. Di pêşerojê de derfet hebin ez ê bişînim. Lê hûn dikarin bişînin. Dema em we dibînin kêfxweş dibin.
 
Em sibehê dora 07-07.30’an şiyar dibin. Her roj em yek taştê amade dikin.  Hevala ku taştê amade dike dema dibêje ‘Rojbaş heval’ , taştê amade ye û çay hatiye demkirin.  Di wê navberê de gelek heval jî radibin sporê. Berê em hemû ciwan bûn.Me bi hev re spor dikir. Lê niha nexweş hene, yên temen zêde bûne hene. Her kes ji xwe re li gorî xwe dike.  Ez jî ji sporê hez dikim û girîngiyê didêm. Ger baran nebare ez li ser mînderê yogayê dikim. Carna di radyoyê de muzîka klasîk vedikim, ligel wê yogayê dikim. Hinek heval bazdanê tercîh dikin lê ji ber hewş biçûk e, serê min digere. Ez yogayê tercîh dikim. Di nameya pêş de ez ê berdewam bikim. 
 
Her tim bi hezkirin, xweşikbûnê bimînin, Bi hezkirinên min. 
 
Şadiye MANAP
 
08.04.21
 
Saziya Înfaza Cezayê ya Girtîgeha Jinan a Gebzeyê”