‘Bila êdî rondîk ji çavên dayikan nebarin'

  • 09:02 9 Gulan 2021
  • Rojane
Sema Çaglak 
 
AMED - Dayikên ku zarokên wan girtîne bi dilekî xemgîn Roja Dayikan pêşwazî dikin. Dayikên girtiyan da zanîn ku bila êdî dayik rondikan nebarînin û gotin: "Zarokên me li girtîgehan pîr û kal bûn. Dilê me jî tijê kul û êş bû. Bila êdî dayik bighêjin zarokên xwe." 
 
Girtiyên li herêmê û Tirkiyeyê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn. Çalakî 164 roj in didome. Her wiha îro jî Roja Dayikan e, lê belê dayikên ku zarokên wan girtî ne di vê rojê de bêtir xemgînin. Dayikên ku ji zarokên xwe dûr in, di nava tirs û fikaran de dijîn. Zarokên Sultan Ceylan û Xezal Yildirim girtî ne û her du dayik daxwaz dikin ku bila êdî dayik rondikan nebarînin. 
 
Du keçên wê girtî ne 
 
Sultan Ceylan 70 salî ye û du keçên wê girtî ne. Fahriye Ceylan (44), di sala 1992’yan de hat girtin û gelek caran hat sirgunkirin. Fahriye 10 sal in jî li Girtîgeha Alanyayê ye. Aliye Soyer (40) jî ev 3 sal in li Girtîgeha Jinan a Amedê ye. Fahriye û Aliye her tim di dil û bîra Sultanê de ye. Sultan wiha axivî: "Çi heqê wan heye ku ewqas dilê me dayikan diêşînin. Ev 3 sal in ez neçûm Alanyayê. Dilê min diêşê ku ez zarokên xwe bi awayekî azad nebinim û ji vê dinê biçim.”
 
‘Bila dayik bilghêjin zarokên xwe'
 
Her du keçên Sultanê beşdarî greva birçîbûnê bibûn, Sultan daxwazên xwe bi wan hevokan anî ziman: "Gava ku em xwarinê amade dikin, zarokên min tê bîra min. Kezeba min dişewite. Ez bi sala ne ji Fahriyeyê dûr im. Emrê Fahriyeyê li zindanan derbas bûn. Ez dixwazim êdî her du keçên min serbest bên berdan û ez dema xwe bi wan re derbas bikim. Zarokên me li zindanan pîr û kal bûn. Dilê dayikên wan jî bi kul û êş e. Ez dixwazim bila efûyeke giştî bê û hemû girtî bigihêjin dayikên xwe.”
 
‘Bila zarok bêyî dayikên xwe mezin nebin' 
 
Sultan anî ziman ku du keçên Aliye jî hene û her roj pirsa Aliyeyê dikin. Sultan wiha axaftina xwe berdewam kir: “Zarokên Aliyeyê her roj dipirsin û dibêjin dayika me li ku ye. Ew zarok dê çawa Roja Dayika xwe pîroz bikin. Jixwe ev çend meh in diya xwe nedîtine. Çima vê zilmê li me dikin. Bila zarok bêyî diya xwe mezin nebin.”
 
‘Dayik ji zarokên xwe dûr in’
 
Xezal Yildirim 11 sal in ji kurê xwe Mehmet Yildirim dûr e. Xezal diyar kir ku gelek dayik bi sala ne ji zarokên xwe dûr in û wiha hest û ramanê xwe anî ziman: "Niha remezan e lê ji kerba kurê xwe nizanim bi rojî me an na. Bila êdî ev zilm li ser me dayikan rabe. Gava Roja Dayikan tê êşa me mezintir dibe. Berê zarokên min li cem min bû û bi diyariyan roja min pîroz dikirin. Kurê min dîsa li girtîgehê bi destê xwe diyariyan amade dike û dişîne."
 
‘Bila rondikan nebarînin' 
 
Xezal di dawiya axaftina xwe de Roja Dayikan li hemû dayikên kurd û dayikên dilşewat pîroz kir û ev tişt anî ziman: “Em dixwazin êdî ev êş xelas bibe. Bila aştiyekê çêbe. Zarokên me bên berdan û em bi wan re bijîn. Hêvî dikim şer biqede û rêyek aştiye vebe. Bila êdî rondik ji çavên dayikan nebarin. Em wan rojan bi êş êdî nebînin û dê rojên xweş bibînin.”