Bêyî Cemîle Roja Dayikan…

  • 09:01 9 Gulan 2021
  • Rojane
 
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Bi hezaran dayikên Kurdistanê bêyî zarokên xwe Roja Dayikan pêşwazî dikin yek jî wan dayikan, dayika Cemîle Emîne Cagirga ye. Emîne got: "Keça min Fatma û Cemîle di hembêza min de jiyana xwe ji dest dan. Ji bo min bêyî zarokan tu wetaya Roja Dayikan nîne. Bila êdî zarokên me neyên qetilkirin." 
 
Gelek dayikên Kurdistanî di Roja Dayikan de berê xwe didin goristanan û diçin serdana zarokên xwe yên ku hatine qetilkirin. Îsal jî bi hezaran dayikên kurd bi hesreta zarokên xwe bi dilşikestî Roja Dayikan pêşwazî dikin. Yek ji van dayikan jî dayika Cemîle Çagirga, Emîne Çagirga ye. Cemîle li ber deriyê mala xwe hat qetilkirin û 11 rojan cenazeye wê di sarincê de ma. Ev tişt di dilê dayika wê de bû birîneke bê derman. 
 
Di bûyerên sala 1992’yan ên li Cizîrê de Emîne keça xwe ya 7 salî Fatma windakiribû. Her wiha di heman bûyerê de jî xwesû û xwezûrê wê jî di nav de bi giştî 7 kes ji malbatê hatin qetilkirin. Piştî 23 sal şûnde di 7’ê îlona 2015’an de keça wê Cemîle ya 10 salî hat qetilkirin. Emîne, diyar kir ku zextên dewletê tu carî li ser wan bi dawî nebûye.
 
'Keça min di hembêza min de jiyana xwe ji dest da' 
 
Cemîle di hembêza Emîneyê de jiyana xwe ji dest da ye û Emîne hem hêstir dibarand û hem jî wiha behsa keça xwe kir: "Qedexeya derketina derve ya yekem 9 rojan domand. Em 9 rojan ji malên xwe derneketin. Lê Cemîle derketibû ber derî û li ber deriyê malê rûniştibû. Ez li hundir bûm. Bi carekê dengê teqînê hat. Min bang kir lê deng ji Cemîleyê derneket. Ez çûm ber derî û min keça xwe girt hembêza xwe. Gotina wê ya dawiyê 'Dayê' bû. Keça min di hembêza min de jiyana xwe ji dest da. Herdu zarokên min jî di hembêza min de di vî malê de jiyana xwe ji dest dan.”
 
Bêyî Cemîle tu wateya Roja Dayikan nîne... 
 
Emîne, diyar kir ku 5 sal ser qetilkirina Cemîlê re derbas bû û Emîne wiha nêrînê xwe anî ziman: "5 sal in ji bo min roja dayikan wek rojek reş e. Ez dilşikestî vî rojê pêşwazî dikim. Cemîle di Roja Dayikan de ne tenê roja min, roja hemû dayikên li derdora xwe pîroz dikir. Di Roja Dayikan de şekir, kulîlk û şirînayî belav dikir. Roja dayikan ji bo me wek cejnekê derbas dibû. Lê piştî ku keça min hat qetilkirin şûnde ez roja dayikan pîroz nakim. Bêyî Cemîle roja dayikan ji bo min nayê tu wateyê. Ez tu carî Cemîle ji bîr nakim û nikarim ji bîr jî bikim. Zarokên min bi awayek bêhiqûqî û bê ehlaqî hatin qetilkirin. Her wiha ne bi tenê ez, dilê gelek dayikan weke min bi êş e. Her roj dayik û zarokên me tên qetilkirin. Çi sûcê me heye? Her roj kezema me dişewite. Zarokên me hem tên qetilkirin, hem bi îşkenceyê re rûbirû dimînin û hem jî tên girtin. Me tu carî rehetî nedît. Em êdî naxwazin ku dilê dayikan bişewite.”  
 
‘Ev sal bû sala xwîn rijandinê’
 
Emîneyê, bal kişand ser çalakiya “edaletê” ya Emîne Şenyaşar û da zanîn ku ji bo edalet pêk bê çalakî daye destpêkirin. Emîne, wiha axivî: "Daxwaza me ya dayikan tenê pêk hatina aştî û azadiyê ye. Em dev ji berxwedanê bernadin. Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Komkujî û girtin pirsgirêkan çareser nake. Bila demildest ev şer û mirin bêsekinandin. Kezeba me şewitî bila kezeba dayikên din neşewite. Ev sal bû sala xwîn rijandinê. Dewlet li her derê jin û zarokan qetil dike.” 
 
‘Bila zarokên me neyên qetilkirin' 
 
Emîneyê, herî dawiyê wiha behsa Roja Dayikan kir: "Ez Roja Dayikan, li dayikên têkoşer û berxwedêr pîroz dikim. Em bêyî zarokên xwe Roja Dayikan pêşwazî dikin. Bila êdî zarokên me neyên qetilkirin. Ez bang dikim ku hemû dayik dest bidin destên hev û daxwaza azadiyê bikin. Ji bo zarokên xwe divê em azadiyê bi dest bixin. Tenê daxwaza min azadî ye.”