ROJEVA 9'Ê GULANA 2021'Ê

  • 09:00 9 Gulan 2021
  • Rojev
 
* Bi hezaran dayikên Kurdistanê bêyî zarokên xwe Roja Dayikan pêşwazî dikin yek jî wan dayikan, dayika Cemîle, Emîne Cagirga ye. Emîne got: "Keça min Fatma û Cemîle di hembêza min de jiyana xwe ji dest dan. Ji bo min bêyî zarokan tu wetaya Roja Dayikan nîne. Bila êdî zarokên me neyên qetilkirin."  BI DÎMEN 
 
* Dayikên ku zarokên wan girtîne bi dilekî xemgîn Roja Dayikan pêşwazî dikin. Dayikên girtiyan da zanîn ku bila êdî dayik rondikan nebarînin û gotin: "Zarokên me li girtîgehan pîr û kal bûn. Dilê me jî tijê kul û êş bû. Bila êdî dayik bighêjin zarokên xwe." BI DÎMEN 
 
*Girtiyên jin ên li Girtîgeha Gebzeyê di nameyên ku ji hevalên xwe re şandine de bal kişandin ser binpêkirina mafan. Di nameyê de hat gotin hemû zext û zor li dijî têkoşînê ye.
 
*Rojnamegerên jin bertek nîşanî giştînameya ku hatî weşandin dan û gotin: "Giştîname li dijhiqûqiye, binpêkirina mafê girtin û dayîna nûçeyane. Lê divê bê zanîn ku tevî her tiştî dê li kolanê bin." BI DÎMEN 
 
*Diya Medya Çinar a ku li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anîbû, Çeçen Çinar bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê û wiha got:"Bila tu dayikên din vê êşa zarokên xwe nejîn. Ji bo nejîn jî divê em yek bin  û li hemberî tecrîdê bin. Divê doza Medyayê li erdê nemîne. "BI DÎMEN 
 
*Baran Çetînkaya nameya ‘ez diçim dayê, çûna min bêdawî nîne’ li pey xwe hişt û tevlî PKK’ê bû. Baran di 2015’an de jiyana xwe ji dest da. Dayika wî Fadîme Çetînkaya da zanîn ku yekane daxwaza wê di roja dayikan de ev e ku jiyaneke wekhev, azad û adîlane hebe. DÎMEN HEYE
 
*RTUK  ku bi pêvajoya qedexeya derketina derve re ket nav xebatek mezin, bi fetwayên xwe hewl dide rastiyan veşêre. Ez dixwazim vê bipirsim; çi yanî em kolanên vala nîşan nedin û rastiyan nenivîsin? MEDYA KRÎTÎK