Li Wanê jinek bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da

  • 09:39 8 Gulan 2021
  • Rojane
WAN - Li navçeya Erdîşê jina bi navê O.T. hat îddîakirin ku gava li tenûrê  nan dipijand hevsengiya xwe winda kir û bi devkî ket tenûrê û jiyana xwe ji dest da. 
 
Li navçeya Erdîşê ya Wanê jina bi navê O.T. hat îddîakirin ku gava li tenûrê nan dipijand û xwest ku nên ji tenûrê derxe hevsengiya xwe winda kir û ket tenûrê. O.T. ji hêla keça wê ve tê dîtin ku ketiye tenûrê û piştre ji tenûrê derdixin. Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê hatin cîhê bûyerê û cenaze O.T. ji bo otopsîyê  rakirin nexweşxaneyê. 
 
Di derbarê bûyerê de lêpirsin dan destpêkirin.
 
Di demek nêz de bûyerek bi vêya mîna li taxa Aşagiyorganliyê ya navçeya Qelqeliyê ya Wanê qewimî bû. Hayrîye Ak (69) gava amedekariya pijandina nên dikir ketibû tenûrê û jiyana xwe ji dest dabû.