Şaredariya HDP'ê di navbera gel de dibe pira hêviyê

  • 09:03 8 Gulan 2021
  • Rojane
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Şaredariya Silopiyê di bin banê Midûriyeta Polîtîqayên Jinê de, ji bo piştgiriya gelê xwe bike di çarçoveya projeya  “Hêvî" de Dikana Piştevaniyê vekir. Hevşaredar Adalet Fîdan, destnîşan kir ku ji bo ji gelê xwe re bibin hêvî ev proje dane destpêkirin û: “Em bi vê projeyê di xwazin di navbera şêniyên navçeyê de bibin pira.”
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartina 31’ê Adara 2019’an de li navçeya Silopî ya Şirnexê ji sedî 73, 16 deng stend û şaredarî bi dest xist.  Şaredariya ji roja ketiye destên HDP'ê bi taybetî ji bo jinan xebatan dimeşîn, niha jî di bin banê Midûriyeta Polîtîqayên Jinê de projeya “Hêvî” da destpêkirin. Şredariyê di çarçoveya projeya xwe ya "Hêvî" de dikana piştevaniyê vekir. Derbarê projeyê de Hevşaredar Adalet Fîdan û Seroka Midûriyeta Polîtîqayên Jinê Nergîz Ant axivîn. 
 
‘Li gel astengiyan jî xebatên me didomin’
 
Hevşaredar Adalet Fîdan,  di serî de têkildarî kar û xebatên şaredariyê axivî û wiha got: “Kar û xebatên ku me dane destpê kirin berdewam dikin. Bi taybetî jî di qada jinê de kar û xebat ji bo me girîng e. Ji ber pandemiyê projeyên ku me dane destpêkirin di warê pêkanîna wan de astengî tên derxisitn. Lê her çiqasî ji destên me tê em projeyên xwe pêk tînin. Me heta niha ji bo jinê gelek xebat û proje lidar xistine. Niha du projeyên jinê di destên me de hene. Projeya yekem Bazara Keda Jinê ye. Me îhaleya vê projeyê pêk anî û niha dest bi çêkirina avahiya wê hatiye kirin. Projeya duyem jî Hêvî Dikana Piştevaniyê ye. Ji bo ku em piştgirî û alîkariya hevdû bikin me vr xebat da dest pê kirin. Lê derfetên ku ji şaredariyên AKP'ê re tên dayîn ji me re nayên dayîn. ‘Xebatên me bi hinceta pandemiyê ji aliyê îqtîdarê ve tên astengkirin. Em nikarin xebatên xwe li gor dilê xwe pêk bînin.”  
 
‘Em ê di navbera gelê xwe de bibin pira’
 
Adalet, destnîşan kir ku di bin banê Midûriyeta Polîtîqayên Jinê de Dikana Hêvî ya piştevaniyê vekirin û wiha behsa projeya xwe kir: “Ji ber qeyrana aboriyê rewşa şêniyên navçeyê her ku diçe xirab dibe û aboriya wan têk diçe. Kar tune ye. Bi taybetî bi pandemiyê re karê ku dibê bihata kirin jî hat rawestandin. Li sîlopiyê her ku diçe xizanî zêde dibe. Ji bo ku em jî şêniyên li navçeya xwe re bibin alîkar û em gelê Botanê jî di warê piştevaniyê de baş nas dikin û her dem alîgirê piştevaniyê ye. Me jî bi vê projeyê xwest ku em vê piştevaniya tê kirin derxînin holê. Ji ber vê jî jî me Dikana Hêvî ya piştevaniyê vek. Bi vê projeyê me xest ku gel xwe bi xwe bi hev re bikeve piştevaniyê. Esnafên me nikarin kar bikin û xebatkar ji kar tên derxistin. Gel di nav xizaniyek giran de derbas dibe. Di rewşên wisa de divê mirov piştrgiriya hevdû bike û van rojan derbas bike. Me xwest ku em bi vê projeyê di navbera şêniyên navçeyê de bibin pira. Di jiyanê de tişta ku mirov li ser nigan digire hêvî ye. Ji ber vê yekê me navê dikanê ‘Hêvî’ danî. Gelê me di nav gelek rojên zor û zehmet re derbas bûye lê belê tu carî hêviya xwe winda nekiriye. Di van rojên zor û zehmet de me got em ji hevdû re bibin hêvî.  Her wiha ev xebata hêviyê jî ji aliyê hevalên jin ve tên meşandin.”
 
‘Em piştgiriya hevdû bikin’
 
Adalet, di dawiya axaftina xwe de bang li şêniyên Sîlopiyê kir ku piştgiriya hevdû bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ger ku di destên şêniyên navçeyê û esnafan de alavên zêde ên baş hebin bila piştgiriya  xwe ji bo malbatên xizan bidomînin . Kesên ku bixwazin vê bikin jî bila xwe bigihînin malbatên xizan. Ji bo ku em van rojên zahmet bi hev re xilas bikin.”
 
‘Em mal bi mal geriyan’
 
Seroka Midûriyeta Polîtîqayên Jinê Nergîz Ant jî destnîşan kir ku beriya vekirina Dikana Hêvî wan komîsyonek ava kirin  û wiha got: “Me xwest em ji şêniyên navçeyê yên rewşa wan a aborî destûr nede re bibin alîkar û me ev projeyê pêk anî. Bi avakirina komîsyonê re me li taxan nêrîn ji kesan girt. Malbatên ku aboriya wan nebaş me tespît kirin û navê wan nişe girt. Em mal bi mal geriyan.  Di aliyê aboriyê de şêniyên navçeyê gelek zahmetî dikişînin. Malbatên ku aboriya wan başe jî em ji wan daxwaz dikin ku bibin alîkar ji bo em alîkariya malbatên xwe yên xizan bikin. Me bi vê armancê Dikana Hêvî vekir. Em navê malbatên xizan ji bo alîkariya wan bikin nişe digirin û em malbatên aboriya wan baş jî ji ber alîkariya ku dane navê wan nişe digirin. Piştre pakêtên ku me amade kirine em teslîmî malbatên xwe yên xizan dikin.  Em bi karê ku dikin gelek kêfxweş in û şêniyên navçeyê jî vê projeya me zêde diecibînin."
 
‘Hêvî mirovan li ser nigan digire’
 
Nergîz, da zanîn ku mirov nikare bê hêvî li ser nigên xwe bisekine û wiha pê de çû: “Ji ber vê me bi hêviyek mezin ev xebat da destpêkirin. Hêvî mirovan li ser nigan digire. Xebata me ya anketan berdewam dike. Malbatên ku me tespît kirine çi ji destên me bê em ê ji bo wan bikin. Divê em hişyar bin û tenê li xwe nefikirin. Divê em nebêjin rewşa me baş e û çavê ku ji rewşa cîranê xwe re negirin.  Ger ku pêdiviya cîranê mirov bi alîkariyê hebe divê mirov bibe alîkar. Em dixwazin tişta dikeve ser milên me pêk bînin.”