Di roja dayikan de daxwaza wê dîtina cenazeyê keça wê ye

  • 09:01 8 Gulan 2021
  • Rojane
Habîbe Eren
 
STENBOL - Muteber Gumuş di roja dayikan de yekane daxwaza wê ev e ku xwe bigihîne cenazeyê keça xwe ya ku 26 sale nayê dîtin. Muteberê wiha vegot: “Ji miriyên me jî ditirsin. Bi van pêkanînan heqeretê li me dikin. Heta dawiya jiyana xwe ez ê dest jê bernedim.”
 
Goristana Garzan a li Gundê Oleka Jor a girêdayê Bedlîsê di 17’ê Kanûna 2017’an de hat hilweşandin û 282 cenaze bêyî agahiya malbatan birin Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. Cenazeyên ku demek dirêj nedihat zanîn ku birine ku derê, derket holê ku di kutiyên plastîk de li Goristana Kîlyosê hatine definkirin. Cenazeyên li peyarêyan hatin çalkirin, jê 21 heb teslîmê malbatan kirin. Cenazeyên din hîna li wir in. Malbatên ku serlêdan kirin jî bersivek negirtin.
 
Yek ji van cenazeyan ê Aynur Guneş a di 1995’an de li Tetwanê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû. Aynur di 1992’yan de bi hevalên xw re tevlî PKK’ê dibe û di 1995’an de jiyana xwe ji dest dide. Malbata ku ji wê rojê de li cenazeyê keça xwe geriyan, tevî hemû hewldanan xwe negîhandinê. Bavê wê Ziya Gumuş ku bi salan têkoşîn da di 2003’yan de jiyana xwe ji dest da. Dayika wê Muteber Gumuş ev 26 sal in bê navber  li cenazeyê keça xwe digere.
 
Muteber çawa ku dibihîse 282 cenaze ji goristana Garzanê birine ATK’a Stenbolê dikeve tevgerê û bi hêviya keça wê jî li goristana Kîlyos hatiye definkirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê da. Mînakê xwînê da lê tevî ku 2 sal derbas bûye bersivek negirtiye.
Muteber bi wesîleya ku roja dayikan nêz bûye, axivî û got yekane daxwaza wê dîtina cenazeyê keça wê ye û wiha direjî da axaftina xwe: “Em zanibin cenaze li ku ye wê dilê me rehet be. Lê em nizanin. Tu agahiyê jî nadin me. Ji ber zextan em 26 sal berê ji Bedlîsê hatin Stenbolê. Zarokên me sewal diçêrandin, li zarokên me dixistin şîdet lê dikirin. Bi çekan pêşiya xezûrê min girtin. Dewletê pezê me girt û neda.”
 
‘Zarokên me berdan lê perîşan vegeriyan malê’
 
Muteberê destnîşan kir ku ewil ji ber zextan ji Tetwanê çûne Wanê lê li wir jî pirsgirêk berdewam kiriye û ev tişt anî ziman: “Dema em li bajarê xwe bûn keça min tevlî bû. Em ji ber zextan çûn Wanê. Li wir jî zextan berdewam kir. Li keça min ya mezin xistin. Kurê min birin. Li min xistin. Em li Wanê jî rehet bernedan. Her tim bi ser mala me de digirtin. Bi çekan ketin hundir û gotin em ê we hemûyan bikujin. Min got zarokên min nekujin û xwe avêt ber derê. Kurê min yê diçû dibistanê girtin û îşkence lê kirin. Dema zarokên min berdan nîvmirî hatin. Gelek zext li me kirin. Me li dijî zextan koç kir.”
 
‘Weke ku rihê min ji bedena min derxistin’
 
Muteberê balkişand ser têkoşîna li hember xizaniyê ya li Stenbolê jiyane û wiha daxuyand: “ Me gelek xizanî dît. Zarokên min nedixebitîn. Me di alî aborî de pir zehmetî kişand. Min ji televîzyonê dît ku cenazeyên Garzanê li Kîlyosê defin kirine. Wê demê min got qey rihê min ji bedena min derxistine. Li hember miriyan jî kîna wan heye. Gelo tirsa wan ji Xweda tune. Çima wisa dikin. Çima destûrê nadin em cenazeyê xwe bibînin. Ez sê rojan giriyam. Wan dîmenan canê min êşandin. Bila Xweda vê zilmê qebûl neke. Me çi kir ku ev zilma bi me dan kişandin.”
 
‘Ji miriyan jî ditirsin’
 
Muteberê bertekên xwe wiha berdewam kir: “Mafê me heye em bizanin cenazeyên me li ku ne. Ew çawa diçin ser gorên xwe em jî dixwazin biçin. Ev mafê me ye. Em zanibin li ku ne dilê me rehet dibe. Dewlet ji cenazeyan ditirse. Ger tirsa wan ji Xweda hebûna wê wisa nekiribana. Bi vê heqeretê li me dikin. Em heta dawiya jiyana xwe têkoşîna xwe didomînin. Çi dikin bila bikin.”
 
‘Me hemû zilm dîtin’
 
Muteberê bi lêv kir ku 30 sale zilmê li wan dikin û zilma ku pê re hatine rû hev  anî ziman: “Em koçber bûn. Cenazeyên zarokên me winda kirin. Tiştek nehiştin. Gelo wê ev zilm heta ku derê bidome. Wê heta kengê qedexe bikin. Parlamenterên me çi kirin gelo, çima girtin. Me hemû zilm û zext dîtin.”
 
‘Ez cenazeyê keça xwe dixwazim’
 
Muteberê der barê roja dayikan de jî nêrîna xwe vegot: “Yekane daxwaza min cenazeyê keça min e. Em zanibin li ku ye dilê me wê rehet be. Lê em nizanin li ku ye. Tu agahî nedan me.” 
 
Muteberê di dawiya axaftina xwe de jî bertek nîşanê operasyon û tecrîdê da û wiha dawî lê anî: “Em tecrîdê qebûl nakin. Heta Rêberê me azad nebe em jî ne azad in. Em dixwazin Rêberê xwe bibînin. Parêzer nikarin biçin. Agahiyek jê nayê girtin. Tecrîd şer giran dike. Her roj operasyon dibin. Zarokên me dimirin.”