Çalakiya Emîne Şenyaşar 2 meh in didome

  • 14:14 7 Gulan 2021
  • Rojane
 
RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar ên bi daxwaza "edaletê" ji 9'ê adarê vir ve li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya rûniştinê kiribûn, çalakî 2 meh in didome. 
 
Li navçeya Pirsûs a Rihayê di 24'ê hezîrana 2018'an de beriya hilbijartinên giştî parêzvan û xizmên parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Xelîl Yildiz êrîşî malbata Şenyaşar kiribûn, hevjîn û du lawên Emîne Şenyaşar qetil kiribûn. Emîne û lawê xwe Ferît Şenyaşar ji ber ku kujer nehatin darizandin bi daxwaza "edaletê" ji 9'ê adarê ve li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya nobeta "edaletê" kiribûn. Çalakiya Emîne û lawê wê di roja 60'emîn de didome. Lê ji ber qedexeya derketina derve malbat çalakiya xwe li malê didomîne.