Li Mexmûrê koma 71'emîn greva birçîbûnê dewr girt

  • 13:20 7 Gulan 2021
  • Rojane
 
MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê hatiye destpêkirin, îro koma 71’emîn çalakî dewr girt û greva birçîbûnê 141 roj in didome.
 
Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê û herêmê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê hat kirin. Îro koma 71'an çalakiya greva birçîbûnê dewr girt û berxwedana li wargehê 141 roj in didome. 
 
Merasîma dewrgirtinê bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî pakrewanên meha gulanê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 70’an Nuredîn Kaya axivî û got: “Ev kasi 141 roj in li wargehe greva birçîbûnê ji bo ku tecrîda li Îmrali bişkinin faşizme hilveşinin hatiyê destpêkirin. Dijmin dixwaze bi tecrîdê nirxe kurdiniye hole rake. Ji bo ve yeke ji dive em hemû aliyan de çalakiyên xwe daha xurttir bikin. Dijmin bi hemû awayi eriş li Hêrêmen Parastina Medya dike lê nikare gerilayan têk bibe. Dive gelê Başur li hember ve dagirkerî û erîşên dijmin bisekine.”
 
Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bijî Berxwedana Zap, Avaşîn û Metîna"  û "Bijî berxwedana zîndanan" bi dawî bû.