Parêzer, malbat û wasiyê Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê dan

  • 12:49 7 Gulan 2021
  • Rojane
 
STENBOL - Parêzer, malbat û wasiyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. 
 
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Rêzan Sarica, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Raziye Ozturk ji bo bi miwekîlên xwe re roja duşemê hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. 
 
Birayê Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê Ocalan, Mazlûm Dînç, malbatên hersê girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ku li Îmraliyê tên ragirtin jî ji bo hevdîtinê serî li heman serdozgeriyê dan.