Çalakiya greva birçîbûnê di roja 162'yemîn de ye

  • 09:08 7 Gulan 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ya dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hatibû destpêkirin bi dewirgirtina koma 33'yemîn di roja 162'yemîn de didome.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan ku di 27’ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin ji aliyê koma 33'yemîn ve hatibû dewrgirtin. Çalakî di roja 162'emîn de didome. 
 
Her wiha li gor agahiya malbatên zarokên wan li Girtîgeha Jinê ya Amedê de tên girtin girtiyên di koguşa B-11 de bi Virusa Koronayê ketine. Hat ragihandin rewşa girtiyên bi navê Feriha Degiş û Emine Erol giran e û bi tupê oksîjenê tên tedawîkirin.