Ji bo Ceyda Yuksel lêgerîna edaletê didomîne

  • 09:05 7 Gulan 2021
  • Rojane
STENBOL - Ceyda Yuksel ji aliyê mêrê bi navê Serkan Dîndar ve hatibû qetilkirin. Dayika Ceydayê, Fîlîz Demîral ku ji bo keça xwe lêgerîna edaletê didomîne, diyar kir ku heta gumanbar cezayê heq dike negire wê têkoşîna xwe bidome û wiha got: “Min soz daye keça xwe ku wê edalet pêk bê. Li aliyekî têkoşîna edaletê didin û li aliyê din jî di şevekê de Peymana Stenbolê tê feshkirin. Em dayik neçar man li kolan û çapemeniya civakî li edaletê bigerin.”
 
Di tebaxa 2020’an de li navçeya Bornovayê ya Îzmîrê mêrê bi navê Serkan Dîndar jina bi navê Ceyda Yuksel qetil kir. Hatibû tespîtkirin ku li bedena Ceydanê gelek birîn hene û milekê wê hatiye asta ku jê bibe. Li ser gilîkirina cîranan,  gumanbar Serkan Dîndal li malê hat binçavkirin. Der barê mirina Ceydayê de gumanbar ji sûcê ‘ji qestî kes kuştin’ hat girtin.
 
Dayika Ceydayê, Fîlîz Demîral bi lêv kir ku ew nikare dengê xwe bide bihîstin û ji bo sêyemîn rûniştina di 18’ê Gulanê de tê dîtin banga xwedîderketinê kir.
 
Fîlîzê da zanîn ku Ceyda hezkiriya sewalan bûye, li ser çapemeniya civakî ji bo kûçikê xwe bide xwedî kes gumanbar Serkan Dîndar nas kiriye û wiha pê de çû: “Gumanbar hewldana tecawizê kiriye. Ceydayê li berxwe daye û gumanbar ew qetil kiriye. Li gorî vegotinên şahidan; gumanbar ji keça min re gotiye ‘evîna min’. Keça min jî gotiye ‘tu çima wisa dibêjî’.  Piştî vê nîqaş kirine.  Piştre diçin malê, li malê kûçikê bi navê Pablo û alav hebûne. Di kamerayan de jî tê dîtin. Li ber derî dest dirêjî keça min dike. Keça min bertek nîşan dide û nagire hundir. Li ser vê nîqaş didome.  Lambeya telefonê dide hundir û hewl dide alav û kûçikê xwe bigire. Lê gumanbar derî venake. Di hundir de nîqaşek mezin dikin. Cîran dengan dibihîzin û li polîs digerin. Polîs dereng tê cihê bûyerê. Piştre keça min dibêje ‘te çi bi min kir’ û bi lingên tazî xwe davêje derve.”
 
‘Polîs dereng tê cihê bûyerê’
 
Fîlîzê daxuyakirin ku dema Ceyda dikeve hundir cîran dîsa li polîs digerin û wiha berdewam kir: “Cîran diqîrin dibêjin bê ‘jinikê dikujin’. Polîs ji cihê 10 deqeyî di 40 deqeyî de tên. Serkan Dîndar ewil li hevalê xwe digere. Piştre li ambulansê digere. Dema li ambulansê digere dibêje keçikê xwe întîxar kiriye. Ger mirov bixwazin xwe întîxar bikin, mirov dikarin rûyê xwe, qirika xwe bibirin. Tiştek wisa ne pêkan e. Dozgerê tê cihê bûyerê jî dibêje hatiye qetilkirin. Di otopsiyê de jî hat tespîtkirin birînên kûr hene û windabûna xwînê bûye sedema mirinê. Li ser spermên aydê gumanbar hebûn. Êrîşa zayendî kiriye û keça min têkoşiyaye. Ji ber mînaka sperm, dubare otopsî hat xwendin û ji bo kêmasî temam bibin doz taloqî 18’ê Gulanê hat kirin.  Gumanbar her wiha roja ku keça min qetil kiriye, hişbir jî temîn kiriye û ji ber vê jî tê darizandin.”
 
‘Doz dirêj dibe’
 
Fîlîzê her wiha daxuyakirin ku ew zêde nikare dengê xwe bide bihîstin û ev tişt bi lêv kir: “Ger min dengê xwe baş bida bihîstin wê doz ewqas dirêj nebûye. Wê ceza ji zûde teqez bibûya. Di 18’ê Gulanê de rûniştina sêyem tê dîtin. Ez bi fikar im. Tenê rêxistinên jinan piştgiriyê didin. Li Tirkiyeyê navê jinê tune ye. Li aliyekî têdikoşin û li aliyê din jî Peymana Stenbolê tê feskirin.  Wê şeva me bihîst em gelekî xemgîn bûn. Gelek jin bawer im ku wisa bûn. Dema min têkoşîna edaletê dida peyman hat feshkirin.”
 
Fîlîzê herî dawî banga xwedîderketina dozê li hemû jinan kir.