Meclîsa Îştar: Hêzên desthilatdar di 6’ê gulanê de bi ser neketin

  • 18:12 6 Gulan 2021
  • Rojane
 
MEXMÛR - Meclîsa Îştar a Mexmûrê têkildarî salvegera sûîqesta li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û salvegera darvekirina Denîz Gezmîş û hevalên wî, daxuyaniyêk da û got: “Serokatî 22 sal in li Îmraliyê dîrokek nivîsand. Em ê jî ji bo azadiya serokatiya xwe çalakiyên xwe bidomînin.”
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengiya Meclîsa Îştar ve têkildarî salvegera sûîqesta a di 6’ê Gulanê 1996’an de li hemberî Rêbere PKK’ê Abdullah Ocalan û darvekirina Denîz Gezmîş û hevalên wî daxuyaniyek da.  Daxuyanî li Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyêk rêzgirtin dest pê kir. Daxuyani ji aliyê Koordînasyona Meclîsa Îştar Nûran Sezgîn ve hat dayîn.
 
Nûran Sezgîn hersê pêşengên tevgerên şoreşger ên Tirkiyeyê bi bîr anî û got: “Îro 6’ê Gulanê darvekirina sê şoreşgerên yên Tirkiye yê. Serokatî hertim behsa sê şoreşgeran dikir. Dema hersê şoreşger hatin darvekirin bi gotina wan a ‘Kurdistan hatiyê  dagirkirin’ serokatî pir caran ve gotinê bilêvkiriye û mirasê wan, berxwedan û çalakiyan hertim ji aliyê şervanên azadî, şoreşgerên çepgirên  Tirkiyeyê ve heta roja îro berdewame.”
 
‘Serokatî dîrokek nivîsand’
 
Nûran, êrişa li hemberê Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha axifî: “Di 6’ê gulanê de li hemberê Rêber Apo sûîqestêk xwestin pêkbînin û bi vê sûîqestê xwestin rêbertiya me îmha bikin, lê belê ev plan bi pêşdîtina Rêber Apo vala derket û hêzên desthilatdar bi ser neketin. Serokatî ew 22 sal in dîrokêk nivîsandin.”
 
‘Em ê çalakiyên xwe bidomînin’
 
Nûran, bal kişand ser tecrîdê û wiha pê de çû: “Tecrîdek girankiri li ser Gelê Kurd û Rêber Apo didin meşandin. Bi destpêkirina pengava ‘Dem dema azadiyê’ re Gelê Kurd û Kurdistanî dest bi çalakiyan kir, em ê jî piştgirî bidin wan çalakiyan û rêberê xwe azad bikin. Em wek wargeha Mexmûrê silavên xwe ji şervanên azadiyê ku li çeperan li hemberê dijmin li berxwe didin û berxwedana wan pîroz dikin. Heta Rêber Apo azad nebê em dev jî çalakiyên xwe bernadin.”
 
Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bê serok jiyan na be”, “Bijî Serok Apo”û “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.