Kesê hewlda zarokê bikûje li derve serbest digere!

  • 10:47 29 Adar 2021
  • Rojane
AMED - Li Amedê di 4'ê Sibatê de Aslan Karkaş hewl dabû zarokekê bikuje. Li gel ku zarok hîna li beşa giran a nexweşxaneyê tê dermankirin û xeteriya wê ya jiyanê heye jî bersûc li derve ye û nayê girtin.
 
Li navçeya Bismil a Amedê di 4'ê Sibatê de Aslan Karakaş (34), ê ku salekê zext li zarokekê kiriye ku ji bo pê re bizewice û  bi çekê xwestibû wê bikuje û giran birîndar kiribû. Zaroka hat birîndarkirin li beşa giran a nexweşxaneyê tê dermankirin û Aslan Karakaş ê bersûc jî bêyî ku bê girtin li derve digere.  
 
Xaltiya zarokê Hamîdiye Erken diyar kir ku xeteriya jiyanê ya xwarziya wê berdewam dike û got, "Xwarziya min li nexweşxaneyê têkoşîna jiyanê de de lê bersûc li derve ye û nayê girtin. Encama hewldana qetilkirina zarokekê divê ev bûya? Em edaletê dixwazin. Ez ji bo xwarziya xwe, hemû zarok û jinan edaletê dixwazim."
 
Hamdiye diyar kir ku ew ê şopdarên bûyerê bin û got, " Divê hemû cîhan bibihîze. Divê jin li hemberî tundiya mêr bêdeng nemînin. Êdî bes bila edalet dereng nemîne."