Hulya Osmanagaoglu: Jin serî natewînin, pêngavên azadiye davêjin

  • 09:08 29 Adar 2021
  • Rojane
Nişmiyet Guler
 
STENBOL- Femînîsta serbixwe Hulya Osmanagaoglu da zanîn ku daxuyaniya ku Serokatiya Daîreya Ragîhandina Serokomariyê ya der barê feshkirina Peymana Stenbolê de daye, dijminahiya li hember LGBTI'yan e û armanca vekişîna peymanê wiha vegot: “Ew jinên bêdeng, jinên ku sê heb 5 heb zarokan tînin û serî hilnadin diwazin. Lê ev ne pêkane.”
 
Peymana Stenbolê di şeva 20’ê Adarê de bi biryarnameya serokomar hat feshkirin. Peymana ku erêkirina meclîsê jê re divê, feshkirina wê ya ji aliyê kesekî ve jin daxistin qadan. Bi rojan e jin serî hildidin û serlêdana betalkirinê li dadgeha bilind kirin. Jin diyar dikin ku ‘Peymana Stenbolê ya wan e’. Femînîst Hulya Osmanagaoglu der barê mijarê de nirxan kir.
 
‘Ev darbeya heteropatrîarka ye’
 
Hulyayê diyar kir ku desthilatdariyê qedexeyên pandemiyê kirne hincet û vekişîna ji peymanê xistiye rojeva xwe û got: “Lê piraniya welat li dijî vê bûn. Bertek nîşan dan. Hilbijêrên AKP’ê jî piştgirî didan peymanê. Hikûmetê dît ku peymaneke wisa nikarin ji meclîsê derbas bikin. Dizanibû ku wê bi ser nekeve.Li gorî daxuyaniyên baroyan jî hat dîtin ku peyman bi awayekî   dijhiqûqî hatiye fesihkirin.Ev darbeya Heteropatrîarka ye.”
 
‘Dijminahiyeke vekirî ya li hember LGBTI'yan heye’
 
Hulyayê destnîşan kir ku jin xwedî li peymanê derdikevin û piştî biryarnameyê şûnde jin li qadan bûn û ev tişt anî ziman: “Daxuyaniya fermî ya serokatiya Daîreya Ragîhandina Serokomariyê kiriye jî dijminahiya vekirî ya li hember homofobî, transfobî û LGBTI'yan. Dema mirov li metnê dinêre sûcekî nefretê ya li hember LGBTI’yan mijara gotinê ye. Hevzayendê sûc dibînin. Sedema qetilkirina jinan, LGBTI û jinên trans sedema nepêkhatin peymanê bûn. Polîs jî tiştên hewce nayne cih. Gelek jin serî li qerekolan didin û tevî vê jî wan dişînin malên wan. Tevî biryara parastinê me dît ku jin nayên parastin. Peyman pêk nedihat. Ji ber ku AKP’ê digot ‘malbat belav dibe’. Ji ber vê hêzên ewlehî û dozgeran peywirên xwe nikaribûn bikira.”
‘Daxuyanî cesaretê dide mêran’
 
Hulyayê her wiha balkişand ser daxuyaniya wezareta ragîhadinê ya der barê ku wê qanûna hejmar 6284 li dijî şîdeta nav malbatê bidome û got: “Ev bi tena serê xwe jî sûc e. Peymana Stenbolê û qanûna hejmar 6284 tenê jinê li dijî şîdeta nav malê naparêze. Jinan ji her cureyê şîdeta mêr diparêze. Li gorî min ev daxuyanî cesaretê dide mêran. Mêr niha wisa difkirin; belê destberdana jinan, hilweşîna malbatê sûc e. Dewletê tişta pêwist kiriye. Em niha dikarin bikujin.’ Mêr dizanin ku vê bikin wê ceza negirin. Ji ber vê jî niha cesaret hatiye mêran.”
 
‘Jin ji bo azad bibin pêngavê davêjin’
 
Hulyayê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku AKP ev 15 sale bi awayekî sîstematîk behsa xurtkirina malbatê dike û got: “Dema malbatê diparêze jî jinan bi şîdeta mêr re tîne rû hev. Serokomarekî ku dibêje wekheviya jin û mêr tune ye welat bi rêve dibe û ji ber vê jî pêşî li têkoşîna jinên ku ji bo wekheviyê têdikoşin, digire. Ji ber vê hemû mafan xesp dike. Roj bê wê 684 jî xesp bikn. Ji xwe îtîraf dikin ku naveroka wê tê valakirin û pêk naynin. Jin tevî tehdîdên mirinê jî ji bo azadbûnê pêngavê davêjin. Têkoşîna jinan wê ji vir şûnde jî bidome.”