Akademîsyena aştiyê Yasemîn Ozgun:Biryarek şerm e

  • 09:04 29 Adar 2021
  • Rojane
Oznur Deger
 
ENEQERE - Akademîsyena aştiyê Yasemîn Ozgun ku di îdianameya bi daxwaza girtina HDP’ê de hat amadekirin de derbarê wê de qedexeya siyastê jî hat xwestin, diyar kir ku ji ber îmze avêtiye danezana aştiyê, der barê wê de biryara beratê hatiye dayîn û tevî vê navê wê di îdianameyê de heye û bertek nîşanê doza girtina HDP’ê da.
 
Serdozgerê Komarê yê Dadgeriyê Bekîr Şahîn di 17’ê Adarê de li Dadgeha Destura Bingehîn (DDB) bi daxwaza girtina HDP’ê û ji bo ji 700 kesî qedexeya siyasî bê îdianameyeke ji 609 rupelî pêk tê amade kir. Ji gelek aliyan ve li dijî îdanameyê bertek hatin nîşandan û wê DDB di 31’ê Adarê de li îdianameyê binêre. DDB ku wê îdianameyê di alî usulê de binirxîne, wê biryara ku îdianame bê qebûlkirin an na jî bide.
 
Di navde hevserokên giştî yên dema berê yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selattîn Demîrtaş û hevserokên giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar jî heye der barê 700 kesî de daxwaza qedexekirina siyastê tê xwestin.
 
Biryara beratê jî sûc e
 
Yek ji xalên herî zêde balê dikşîne piranî axaftinên wek sûc hatine dîtin yên ku di pêvajoya aştiyê de hatine gotinê ne. Her wiha tevlîbûna cenazeyan, tevlîbûna bernameyên 8’ê Adar û axaftinên li wir jî di nav sûcdariyan de cih digirin. Bêguman nokteya herî zêde balêdikişîne parlamenterê berê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan ê ku jiyana xwe ji dest dabû jî cih digire. Ligel vê dosyayên ku hatine beraetkirin jî wek sûcdarî di îdianameyê de cih digirin.
 
Yek ji kesên ku der barê wan de qedexeya siyasî tê xwestin akademîsyena aştiyê Yasemîn Ozgun e. Ji ber îmze avêtiye danezana aştiyê qedexeya siyasetê ji bo wê jî tê xwestin û balkêşe ku Yasemînê ji doza dihat darizandin jî berat kiriye.
 
‘Biryarek şerm e’
 
Yasemînê der barê îdianame û doza girtinê de nirxandin kir û got : “Ez hem matmayî me û hem jî qet ne matmayî me. Der barê pêvajoya pevçûna 2015-2016’an de me îmze avêt metna ‘em nabin hevkarê vî sûcî’. Niha der barê me gelek kesî de qedexeya siyasî tê xwestin. Ev biryareke şerm e. Girtina partiyeke siyasî pêkanîneke dijdemokratîk e. Ji bo evqas mirovî qedexe anîn jî rewşeke dijdemokratîk e.”
 
‘Em bi tiştekî eletewş re rû bi rû ne’
 
Yasemînê pirsa ‘qedexeya siyasî tê çi wateyê kir’ û got di demeke ku maf û azadî ji destan tên girtin de behskirina qedexeya siyasî, bi rastî jî tiştekî qet nebaşe û wiha pê de çû: “Di îdianameyê de di bin navê min de tê gotin ku min îmze avêtiye metna aştiyê û ji ber vê hatime darizandin û beratkirin. Tişta ecêb ev e ku dozê berat kiriye û dîsa jî dikin îdianameyê. Gelo eleqeya vê dozê çi bi girtina HDP’ê heye? Me komek akademîsyen îmze avêtibû danezanê. Gelo HDP li ku derê vê bûyerê ye? Çawa bi hev girêdane em jî matmayî ne. Kesên îmze avêtine vê danezanê hemû ne HDP’î ne. Her kesê HDP’î jî îmze navêt vê danezanê. Ji ber vê jî tu têkiliya wan bi hev tune ye. Navê kesên jiyana xwe ji dest dane jî di îdianameyê de cih digire. Em tiştekî eletewş re rû bir û ne.”
 
‘îdianame kopî û pêvekirin e’
 
Yasemînê her wiha daxuyakirin ku îdianameya bi pergala kopî bike-pêve bike hatiye amadekirin û got ev ji etîketkirina mirovan wêdetir tiştek din nîne û wiha dawî lê anî: “Kesên der barê wan de doz heye di îdianameyê de cih girtine. Ev jî nîşan dide ku ev çiqas dijdemokratîk e, girtina HDP’ê çiqas demokratîk e, ev biryar li dijî azadiya fikr û ramanê, li dijî avakirina partiyên siyasî ye. Ez ji rojnameyê fêr bûm ku navê min di îdianameyê de cih digire. Ev bi rastî jî tiştekî ku nayê qebûlkirinê ye.”