ROJEVA 29'Ê ADARA 2021'Ê

  • 09:00 29 Adar 2021
  • Rojev
*Akademîsyena aştiyê Yasemîn Ozgun ku di îdianameya bi daxwaza girtina HDP’ê de hat amadekirin de derbarê wê de qedexeya siyastê jî hat xwestin, diyar kir ku ji ber îmze avêtiye danezana aştiyê, der barê wê de biryara beratê hatiye dayîn û tevî vê navê wê di îdianameyê de heye û bertek nîşanê doza girtina HDP’ê da. DÎMEN HEYE
 
*Hunermendên kurd bertekên xwe yên li ser hewildana girtina HDP’ê nîşan dan û gotin: "HDP gel e. Ew çiqasî bigirin ew ê bi mîlyonan vegerin. Girtina HDP ne çaresi ye." DÎMEN HEYE
 
*Sala borî zarokê bi navê Muhammed Velî Duzmez yê 9 salî li Çinarê hatibû qetilkirin û ji bo 3 gumanbarên bûyerê tahliye hat dayîn.
 
*Rojnamegerên ku nûçeya, du welatiyên piştî îşkenceyê ji helîkopterê ve hatibûn avêtin, çêkiribûn ev 8 mehe girtî ne û wê 2’yê Nîsanê de derkevin pêşberî dadger. Hevpîşeyên wan banga piştevaniyê kirin û gotin ;“Em şahidê rojnamegeirya wan in. Em ê di 2’ê Nîsanê de li edliyaya Wanê bin.” DÎMEN HEYE
 
*Femînîsta serbixwe Hulya Osmanagaoglu da zanîn ku daxuyaniya ku Serokatiya Daîreya Ragîhandina Serokomariyê ya der barê feshkirina Peymana Stenbolê de daye, dijminahiya li hember LGBTI'yan e û armanca vekişîna peymanê wiha vegot: “Ew jinên bêdeng, jinên ku sê heb 5 heb zarokan tînin û serî hilnadin diwazin. Lê ev ne pêkane.” BI DÎMEN