Şengalî li dijî planên tasfiyekirinê meşiyan
- 17:35 28 Adar 2021
- Rojane
SENGAL- Îro bi hezaran kes li Şengalê li dijî planên tasfiyekirina Rêveberiya Xweser a Şengalê û hêzên Parastina Şengalê meşiyan. Meşa ku li ber avahiya Laleş a navenda Şengalê destpê kir heya Yermûkê dewam kir.
Li Şengalê li dijî planên tasfiyekirina Rêveberiya Xweser a Şengalê û hêzên Parastina Şengalê meşiyan. Meşa ku li ber avahiya Laleş a navenda Şengalê destpê kir heya Yermûkê dewam kir. Piştî meşê girse rawestiya û li ser navê şêniyên Şengalê daxuyanî hat dayîn daxuyanî ji aliyê Şêx Semîr Derwêş ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de ev peyam hat dayîn, “ Em bang li hêzên di peymanê de cih girtine dikin û dibêjin ku timî rêbaza me diyalog bûye û niha jî em li ser heman rêbazê ne. Lê eger hun dîsa guh nedin me û bixwazin bi zorê desthilatdariya xwe li ser me ferz bikin, hunê gelê Şengalê li hember xwe bibînin. Ji her rewşeke neyînî ya rû bide jî em Kazimî berpirsyar dizanin.”