Dayikên Aştiyê çûn serdana Emîne Şenyaşar

  • 16:54 28 Adar 2021
  • Rojane
RIHA - Dayikên Aştiyê yên Mêrdînê çûn serdana Emîne Şenyaşar a ku di nobeta edaletê de ye û gotin, "Em heta dawî bi dayê Emîne re ne. Em aştiyê dixwazin bila êdî dayik negirîn."
 
Nobeta “Edaletê” ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 20’emîn de didome.  Meclisa Dayikên Aştiye ya Mêrdînê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) serdana Emnîne Şenyaşar kirin û peyamanên piştgiriyê dan. Dema serdanê Emîne Şenyaşar, diyar kir ku edalet tune ye û ev tişt got: “Edalet di bin erdê de ye. Ji bo derxistina wê mijûl dibim. Hê jî malbata Yildiz gefa li me dixwe. Edalet li ku ye? Heta ku edalet pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
 
Piştî Emîne Şenyaşar ji Meclisa Dayikên Aştiyê Perîhan Altûg axivî û ev peyam da: “Em jî heta dawiyê edaletê dixwazin. Divê ji bo dayika Emîne edalet bi cih were. Ji bo herkesî edalet pêwîst e. Tiştek bêedalet nabe. Bêedalet kes nikare bijî. Ji bo hemû gelan edalet pêwîst e. Em ê heta dawiyê şopdarê edaletê bin. Em aştiyê dixwazin ne şer. Me her aştî xwestiye. Bila êdî dayik negirîn û ev şerê qirêj bi dawî bibe.”
 
Piştî axaftinê dayik û aktîvîstên TJA’yê ji bo demekê li cem Emîne Şenyaşar rawestiyan û piştre ji Rihayê veqetiyan.