Rêveberên MED -DER'ê yên nû diyar bûn

  • 16:38 28 Adar 2021
  • Rojane
 
 
AMED - 2’emîn Kongreya asayî ya MED-DER’ê hat lidarxistin û ji bo hevserokatiya wê Şîlan Elmas Kan û Rifat Ronî   hatin hilbijartin. 
 
Komeleya Lêkolînê ya  Ziman û Çandên Mezopotamyayê(MED-DER) kongreya xwe ya asayî ya 2'emîn lidarxistin. Kongre bi beşdarbûna Tora Ziman û Çanda Kurdî, Komeleya Wêjekarên Kurd, Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya 78'sn, TUAY-DER, MED TUHAD- FED, Zarok TV, HDP, DBP Komeleya Jinan a Rosa yê û gelek zimanhez, niviskar û rêxistinên sivîl pêk hat.
 
Kongre bi avakirina dîwan û beşdaran destpê kir. Piştre bi guherandina xalên rêziknameyê, pêşkêşkirina rapora darayî û xebatê berdewam kir. Her wiha hilbijartinên lijneyên rêveberiyê û venêrînê pêk hat. 
 
Di kongreyê de ji bo hevserokatiya komeleyê hilbijartin pêk hat û ji bo hevserokatiya komeleyê Rifat Ronî û Şîlan Elmas Kan hatin hilbijartin. 
 
Piştî hilbijartinê Şîlan Elmas Kan axaftinek kir û ev tişt gotin: “Girîngiya ziman girîngiya yekitiyê ye. Xebatên me, jiyana me çiqas bi kurdî be wê yekitiye me jî ewqas xurt be.”