'Dewleta tirk bi cezayê birî hêrsa xwe li dijî jinên kurd nîşan da'

  • 14:57 28 Adar 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînsyona Kongreya Star a herêma Firatê destnîşan kir ku dewleta Tirk di şexsê Çîçek Kobanê de, kîna xwe ya li hemberî jinên kurd nîşan da. Koordînasyonê bang li hemû hiqûqnasên cîhanê kir ku li dijî neheqiya li Çîçek Kobanê hatiye kirin bêdeng nemînin.  
 
Koordînasyona Kongreya Star daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir û tê de cezayê li Çîçek Kobanê hatiye birîn, şermezar kir. Daxuyanî li Qada Jina Azad a li bajarê Kobanê hate xwendin û bi dehan endamên Kongreya Star, partiyên siyasî yên li kantonê û dayika Çîçek Kobanê beşdar bûn. Beşdaran wêneyên Çîçek Kobanê û alên Kongreya Star hildan.
 
Endama rêveber a Kongreya Star a kantona Kobanê Madlîn Şêx Xidir daxuyanî xwend.
 
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Jinên Kurd ên têkoşer di oxira pêkanîna aramî û aştiya li herêmê de, li dijî çeteyan têkoşîn dan û fedakariyên mezin kirin. Lê tevahî cîhanê bêdilsoziya xwe ji wan fedakariyan re nîşan da. Mînaka wê yekê bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî girtin û cezakirina Çîçek Kobanê ye ku di xetên pêşîn de li hemberî DAIŞ`ê şer kir û yek ji wan têkoşeran bû ku ji bo aştiyê tê dikoşiya.
 
Dewleta Tirk bi binçavkirina welatiyeke Sûriyê û birîna cezayê girtîgehê yê muebet, şaşiyeke mezin kir û qanûnên navneteweyî û exlaqî binpê kirin. Ji ber ku wê hikum li welatiya welatekî din birî û di şexsê Çîçek Kobanê de kîna xwe li hemberî jinên Kurd nîşan da.”
 
Di daxuyaniyê de bang li hemû hiqûqnasên cîhanê û hemû rêxistinên hiqûqî û mirovî hate kirin ku li hemberî cezayê neqanûnî û neexlaqî bisekinin û bê deng nemînin.