Li Wanê depo teqiya: Mal dibin avê de man

  • 13:19 28 Adar 2021
  • Rojane
WAN - Li taxa Bostanîçî ya navçeya Rêya Armûşê, di saetên serê sibê de depoya avê teqiya û gelek mal dibin avê de man.
 
Li Kolana Kurtuluş a taxa Bostanîçî ya girêdayî navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, depoya avê ya ku girêdayî Miduriyeta Giştî ya Îdarî ya Kanalîzasyon û Avê ya Wanê (VASKÎ) di saetên serê sibê de teqiya. Piştî teqînê gelek mal dibin avê de man. Ji ber avê pez telef bûn, sera dibin avêde man û jêrzemînên avahiyan ji ber ava li wan kom bû gelek zerar dîtin.  
 
Niştecihên taxê, diyar kirin ku ev cara 4’emîne depoya avê diteqe û xwestin ev pirsgirêk bê çareser kirin. Piştî teqînê ceyrana taxê qût bibû. Xebatên ekîpên agirkûj û ceyranê yên li taxê dewam dikin.