Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê koma 51'emîn dewr girt

  • 11:49 28 Adar 2021
  • Rojane
MEXMÛR - Li Wargeha Mexmûrê greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar li saziya Malbatên Şehîdan hatiye destpêkirin, koma 51’ê dewir girt. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan li girtîgehan ku di 27’ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Ji bo tevlîbûna pêvajoyê li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclisa Îştar li saziya Malbatên Şehîdan çalakiya gireva birçîbûnê hat destpêkirin. Çalakiya greva birçîbûnê ya li Mexmûrê îro bi merasîmekê koma 51’ê dewir girt.
 
Merasîma dewirgirtina çalakiyê bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan hat destpêkirin. 
 
Li ser navê koma 50’emîn Selîm Tarhan di şexsê hemû şehîdên hefteya qehremantiyê de tevahî şehîdên şoreşê bi bîr anîn û wiha axivî: ‘’Hevalên hêja weke hûn dizanin demeke pêngavek ya ‘Dem Dema Azadiye’ hatiye dest pê kirin. Me jî xwest weke beşek ji vê rêxistinê ji vê civakê para dikeve ser milê me pêk bînin û tevlî çalakiyan bibin. Em di meha Adara pîroz dene, destpêka berxwedanê, destpêka biharê destpêka jiyana me ye. Her tim rojên giring ku me tê de ked û berdêl dane heme. 8’ê Adarê ji ber xwe ve çênebû, 16’ê Adarê qetliama li ser gelê me hatî kirin ne buyerek ji rêzê bu. 21’ê Adarê cejna berxwedan û tekoşînê bi hezaran berdêl û kedeke mezin gihaye vê rojê. Her wiha Heftiya Qehremantiyê ji ber ku bi sedan şehîdên me hene ew jî heye. Ev ev hefte di dîroka têkoşîna me de hefteyek dîrokî ye. Ev hemû di meha Adarê de ne. Li rexmê van hemû komkojî û şahadetan em tine nebûn û tine nabin jî. Dijmin gelek caran jimar dan û digotin çend kes mane, di Newrozê de bi milyonan daketin kolanan. Kanî ma we xilas kirin? Em bi kuştinê xilas nabin. Em gelê xwe hemû sazî û rêxistinên siyasî vedixwînin ser riya rast. Em careke din li vir soz didin Serokatiya xwe, şehîdên xwe û gelê welatparêz em ê xeyalên şehîdan pêk bînin.’’
 
Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Şehîd Namirin"bi dawî bu.