Muazzez Orhan: Gel bersiva doza girtina HDP’ê li qadan da

  • 09:06 28 Adar 2021
  • Rojane
Aynur Aslan
 
WAN - Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan da zanîn ku bi doza girtina li HDP’ê hatiye vekirin re, ji bo 687 siyasetmedarên qedexeya siyasetê, dixwazin HDP’ê bê kadro bihêlin û wiha got: “Ev daraza di bin vesayeta destilatdariyê de dikare vê partiyê bigire lê wê vî gelî çawa bigire? Her girtinek me zêdetir dike.”
 
Zextên li hember Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) her tim hebûn û di rojên borî de parlamenteriya parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu hat xistin û heman rojê jî Serdozgerê Komarê yê Dadgeriyê Bekîr Guneş ji bo girtina HDP’ê serî li Dadgeha Destura Bingehîn (DDB) da. Di îdianameya der barê HDP’ê de hat amadekirin de ji bo 687 kesî qedexeya siyasî hat xwestin. Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan jî ku yek ji kesê der barê wan de qedexeya siyasî tê xwestin e, diyar kir ku hewl didin ku HDP’ê wek pirsgirêkekê bidin xuyakirin û got pirsgirêka esasa pêkanînên dijdemokratîk in.
 
‘Gel, HDP afirand’
 
Muazzezê destnîşan kir ku HDP li ser daxwazên gel hatiye avakirin û doza li partiya me hatiye vekirin têkçûna siyaseta AKP’ê nîşan dide. Muazzezê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tu polîtîkayeke aborî û siyasî ya desthilatdariyê ya ji bo gelên Tirkiyeyê nemaye.Polîtîkayên li hember jin û gelê Kurd jî diyar in. Demokrasî ketiye bin lingan û daraz jî veguheriye alava zextê. Ji bo rihê netewperest li pişt xwe bigire jî li hember partiya me polîtîka êrîşê dimeşîne. Xistina parlamenteriya Faruk Gergerlîoglu û doza li partiya me hatiye vekirin, em wek rizandina polîtîkaya wan dinirxînin.Beriya vê jî parlamenteriya Leyla Guven û Musa Farisogullari hat xistin. Ev jî tê wateya ku hiqûq hatiye binpêkirin.”
 
‘Pirsgirêka esas pêkanînên dijdemokratîk e’
 
Muazzezê daxuyakirin ku hebûna HDP’ê wek pirsgirêk nîşan didin û ev tişt daxuyand: “Pirsgirêkên esas pêkanînên dijdemokratîk in. Ev nêrînek şaş e. Pirsgirêka esas ne HDP ye. HDP ji bo gelên vî welatî hêvî ye. Derfet e. Mifteya aştiyê û wekheviyê ye. Lê hewl didin ku wek pirsgirêk nîşan bidin. Bi qeyûman her tişt diyar e jixwe. Pirsgirêk pêkanînên dijdemokratîk ên vî welatî ne. Di şevekê de Peymana Stenbolê hat feshkirin. Bi biryarekê serokê Bankaya Navendî ji peywirê hat girtin. Ev darbeyek siyasî ye.”
 
‘Bi doza girtinê re rêjeya dengan zêde kir’
 
Muazzezê destnîşan kir ku bi doza girtinê re daxwaza qedexeya siyasî ji bo 687 kesî tê xwestin û got ev jî bi armanca ku HDP’ê bê kadro bihêlin tê kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê em dizanin ku di HDP’ê de cihê tu siyasetmedarî vala nema. Hevşaredarên me, hevserokên me, rêveberên me bi awayekî dijhiqûqî girtine. HDP heta niha li dijî tu zextî şûnde gav navêt. Gel HDP afirand. Bi hezaran kes ji bo vê pêvajoyê bimeşîne di rêzê de dipê. Ji ber vê jî ev siyaset tenê çûyîna AKP’ê amade dike. Ev heweseke vala ye. Girseyek bi mîlyonan li pey HDP’ê ye. Bi vê girtina dozê re rêjeya me ya dengan a ji sedî 12 derket ji sedî 20’î.”
 
‘Çareserî li Îmraliyê ye’
 
Muazzezê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gel li qadên Newrozê daxwazên xwe îfade kirin. Gel bersiva doza girtina HDP’ê li qadan da. Daxwazeke din a gel jî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e. Li qadan dengê gel bilind bû û hat gotin ku muxatabê çareseriya pirsgirêka kurd li Îmraliyê ye. Divê ev pîrozbahiyên Newrozê ji aliyê desthilatdariyê ve rast bên nirxandin. Em hêvîdar in ku desthilatdarî ji vir şûnde daxwaza gel esas bigire. Girtina partiyê, feskirina peymanê tenê polîtîka dijminahiyê ye. Em tu car dest ji destkeftiyên xwe bernadin û wek HDP em ê heta dawî li dijî neheqiyan bin.”