'Em peymanên li ser referansên olî tên amadekirin qebûl nakin'

  • 09:04 28 Adar 2021
  • Rojane
Dîlan Babat
 
ENQERE - Kedkarên tenduristiyê bertek nîşanê betalkirina Peymana Stenbolê dan û gotin: “Em peymaneke ku li ser referansên olî tê amadekirin qebûl nakin. Em dest ji peymanê bernadin.”
 
Bi Biryarnameya Serokomariyê re nîvê şevê Peymana Stenbolê ya ku jin diparast hat betalkirin. Jin, li dijî betalkirina peymanê li her qadê bertekên xwe tînin ziman û gelek parêzerê jî li dijî peymanê derbarê Serokomar de doz vedikin. Jinan da zanîn ku divê peyman ji nû ve bikeve meriyetê û gotin heta ku hikûmet şûnde gavê navêje wê li qadan bin. Kedkarên tenduristiyê jî bertek nîşanê vekişîna peymanê dan.
 
‘Divê serokomar demildest dest ji biryarê berde’
 
Sekretera Giştî ya Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) Gonul Adibelî, diyar kir ku hikûmetê dem bi demî peyman digirt rojeva xwe û jinan jî bertek nîşan dida û wiha got: “Di şevekê de bi awayekî dijhiqûqî bi biryarnameyekê hat betalkirin. Vekişîna peymanê dijhiqûqiyek mezin e. Divê ewil peymanê bînin meclîsê û nîqaş bikin. Bi biryara derketiye nikare bê betalkirin. Kesek nikare biryara vê bide û ji holê rake. Ji bo me girîng e. Em ê derbarê vê de têkoşîna xwe bidomînin. Em di her firsetê de dibêjin ku peymana Stenbolê ji bo jinan girîng e. Em dizanin ku di vê destkeftiyê de jin wê bijîn û ger peyman bi bandor pêk bê wê pêşî li kuştin, şîdet û tecawizê bê girtin. Lê heta niha peyman bi bandor nehat meşandin. Ji bo vê têkoşîn hat meşandin lê nîvê şevekê de peyman belatkirin. Ev peyman ji bo jinan girîng bû. Divê serokomar demildest ji biryara xwe vegere.”
 
‘Jin nikare di têgeha malbatî de bê hepskirin’
 
Endama Lijneya Rêveberiya Odeya Tabîban a Enqereyê (ATO) Ayşe Ugurlu jî destnîşan kir ku bi awayekî kêfî di şevekê de peyman hat betalkirin û got ev peyman ji bo jinan xwedî girîngiyek mezin bû. Ayşe wiha pê de çû: “Peymana Stenbolê jiyan, pêşeroja jinan diparast û wekheviya zayendî diparast. Peymaneke navneteweyî bû. Ji ber vê jî ji hiqûqa hundir bilindtir bû. Yanî bi biryarên kêfî nikare bê rakirin. Wisa bi nirx e. Em rakirina vê qebûl nakin. Ji ber pêşeroja me dihûne. Desthilatdariya siyasî dibêje li dijî kevneşopiyane. Lê tişta ku peyman esas digire ‘kes e’. Jin nikare di têgeha malbatî de bê hepskirin û azad e. Nikare pêşeroj û keda xwe ava bike. Em peymaneke li ser referansên olî tê amadekirin qebûl nakin. Ji bo me ya esas peymana navneteweyî ye. Heta peyman dîsa nekeve meriyetê em ê têbikoşin.”
 
‘Em dest ji peymanê bernadin' 
 
Sekretera Giştî ya Odeya Hekîmên Diranan a Enqereyê Gamze Burcu Gul jî bertek nîşan da û wiha got: “Ewil me ev peyman îmze kiribû û em pê serbilind bûn. Lê ji ber bazarên siyasî xalên wê berovajî hatin nîşandan. Ev peyman ji rayagiştî re cuda hat vegotin û bi planeke di şevekê de betalkirin. Lê em qebûl nakin û dibêjin demildest ji biryarê vegerin. Ev peyman hemû kesî jin, zarok, kal û pîr, LGBTÎ diparêze. Bi vî awayî dest berdan ne raste. Em dest ji peymanê bernadin.”