ROJEVA 28'Ê ADARA 2021'Ê

  • 09:01 28 Adar 2021
  • Rojev
*Esnafên biçûk ên ku bê temînat dixebitin ên ku ji qeyrana aborî û şewbê herî zêde bi bandor bûne tevî pêvajoya asayîbûnê dest pê kir jî ji qeyranê xilas nebûn. Wayîbe Çetînkaya û Sîdar Demîrcana jî dibêjin ew hatine wê astê ku kargehên xwe bigirin. DÎMEN HEYE
 
*Futbolvanên jin ên Wanê li dijî zayendperestî û astengiyên qeyûm li ber xwe dan, bê forma û stadyumê ji bo musabakayan amadekariyan dikin. Futbolvanên jin gotin: "Em bi futbolê ji zextên civakê narevin, em bi ser wan de diçin. Em di vê baweriyê de ne ku em ê bi ser kevin." BI DÎMEN 
 
*Kedkarên tenduristiyê bertek nîşanê betalkirina Peymana Stenbolê dan û gotin: “Em peymaneke ku li ser referansên olî tê amadekirin qebûl nakin. Em dest ji peymanê bernadin.” BI DÎMEN 
 
*Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan da zanîn ku bi doza girtina li HDP’ê hatiye vekirin re, ji bo 687 siyasetmedarên qedexeya siyasetê, dixwazin HDP’ê bê kadro bihêlin û wiha got: “Ev daraza di bin vesayeta destilatdariyê de dikare vê partiyê bigire lê wê vî gelî çawa bigire? Her girtinek me zêdetir dike.” BI DÎMEN 
 
*Çapemeniya îqtîdarê û medyaya xwe wekî muxalîf dibîne ku nexwestin Newroza 2021'ê ya cihê xwe di dîrokê de girt bibînin, gelo wê li hemberî daxwaza azadiyê ku roj bi roj zêde dibe çiqasî bikaribin xwe rabigirin. MEDYA KRÎTÎK