99 sal ceza li siyasetmedarên kurd hat birîn
- 15:29 27 Adar 2021
- Rojane
ŞIRNEX - Di doza KCK'ê ya Silopyayê de 99 sal ceza li 12 siyasetmedarên kurd hat birîn.
Li navçeya Şirnexê Silopyayê di doza KCK'ê de ku Hevşaredar Bêrîvan Kutlu û siyasetmedar de jî di nav de 30 kes dihatin darizandin duh li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Xarpêtê hat dîtin.
Dozgeriyê bi îdîaya 'endamên rêxistinê' ne ji siyasetmedarên kurd re ceza xwest. Dadgehê di navbera 7 sal û 3 meh û 8 salan de ceza li 30 kesî birî. Şandeya dadgehê bi tevahî 99 sal ceza li 12 kesan birî. 7 sal û 3 meh dan Hevşaredara Cizîrê Bêrîvan Kutlu.