Çalakiya greva birçîbûnê ya li Mexmûrê 100 roj li pey xwe hişt

  • 14:46 27 Adar 2021
  • Rojane
MEXMÛR - Çalakiya  gireva birçîbûnê ya li Mexmûrê  ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar li saziya Malbatên Şehîdan hat destpêkirin 100 roj li pey xwe hişt.
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan ku di 27’ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên Bakur û Tirkiyeyê hatibû destpêkirin di roja 100’an de didome. Ji bo tevlîbûna pêvajoyê li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclisa Îştar li Saziya Malbatên Şehîdan çalakiya gireva birçîbûnê hat destpêkirin. Çalakiya greva birçîbûnê ya li Mexmûrê 100 roj li dû xwe hişt.