Jinên Şirnexî çûn serdana Emîne Şenyaşar

  • 13:59 27 Adar 2021
  • Rojane
 
RIHA - Jinên Şirnexî çûn serdana Emîne Şenyaşar a ku ev 19 roj in nobeta edaletê digire. 
 
Insîyatîfa Dayikên Aştiyê ya Şirnexê, Aktivîstên TJA'yê û endamên Meclîsa Jinan a HDP'ê serdana Emîne Şenyaşar a ku ev 19 roj in nobeta edaletê digire, kirin. 
 
Hevseroka HDP'ê ya Cizîrê Guler Tunç got ew serdana xwe li ser navê jinên Şirnexê dikin.
 
Guler got,''Em li ser navê Meclîsa Jinan a Şirnexê hatin. Di nav me dayikên weke te hene ku zarokên wan jiyana xwe ji dest dane. Em jî li dijî nedadiyê li dadê digerin. Heta ku dad bi cih were em ê destekê bidin te. Em êşa te pir baş dizanin û parve dikin. Daxwaza te ya dadê ya me hemûyan e.''
 
Emîne Şenyaşar jî got dad nîne û wiha domand: ''Tenê zilmê li me dikin. Min ji zilmê pê ve tiştekî din nedît. Ev 19 roj in li vir rûdinim, heta ku qeydên komkujiya li nexweşxanê derxînin ez ê rûnim. Çima qeydan parve nakin. Heta ku dad pêk were, heta ji dest min were ez ê têbikoşim, bila min jî bigirin. Min bikujin jî dev ji daxwaza dadê bernadim. Kurê min bê hiqûqî girtine, çi ji kurê min kirin? Heke sûcdar be bila me hemûyan bigirin.''