Girtî dê dernekevin hevdîtina telefonê

  • 13:48 27 Adar 2021
  • Rojane
 
RIHA - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Rihayê dimînin, biryar girtin ku heta malbat û parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pê re rûbirû hevdîtinê nekin, ew ê dernekevin hevdîtina telefonê.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger ku girtiyên PKK'yî û PAJK'î di 27’ê Mijdara 2020'an de, bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind girtî ye bê rakirin û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne bi dawî bibin, dan destpêkirin di roja 121’emîn de berdewam dike. Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Rihayê dimînin, bi biryara derneketina hevdîtina telefonê dest bi çalakiyeke nû kirin.
 
Girtiyan, qûtkirina hevdîtina telefonê ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a bi birayê wî Mehmet Ocalan re, bi derneketina hevdîtina telefonê şermezar kirin. Vê hefteyê ji her kaguşê tenê 2 girtî li malbatên xwe geriyan. Van girtiyan jî bi malbatên xwe re ragihandin ku heta Rêberê PKK’ê bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtina rûbirû neke wê ji niha şunde dernekevin hevdîtina telefonê û telefon girtin.