Tevî astengiyan Çalakiya 'edaletê' ya Emîne Şenyaşar didome

  • 12:03 27 Adar 2021
  • Rojane
 
RIHA - Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar nobeta xwe ya edaletê ya 19 roj in didomin. Lê belê di vê pevajoyê de Emîne 2 caran hat binçavkirin û gelek carî polîsan mudaxaleyî wê kirin. 
 
Li Pirsûsa Rihayê di 24'ê Hezîrana 2018'an de berî hilbijartinên giştî ji aliyê parêzvan û xizmên Halîl Yildiz hevjînê Emîne Şenyaşar Haci Esvet û du zarokên wê Celal û Adil Şenyaşar hatin kuştin. Her wiha piştre kurê Emîne Fadil Şenyaşar jî bi birîndarî ket girtîgehê. Li dijî vê yekê Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê dest bi nobeta 'êdaletê' kirin. Nobeta Emîne û Ferît di roja 19'emîn de didome. 
 
Di saetên serê sibehê de Emîne û Ferît hatin ber edliyeyê û li ser hesabê medyaya civakî ev parvekirin kirin:"Kesên li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê komkujî pêk anîn ji bo daxwaza me ya edaletê asteng bikin her entrîkayê dikin. Xwe didin paşiya Mv. û buxtana dixin sitûyê malbata me û heqaretê li me dikin. Ew ê tu tiştek nehêle ku em dev ji doza xwe ya mafdar berdin."