Newroz Gulen: Îşkenceya herî xerab a di jiyana min de bû

  • 09:04 27 Adar 2021
  • Rojane
 
ENQERE - Endama Meclîsa Ciwanên HDP’ê Newroz Gulen binpêkirinên mafan ên li girtîgehan rêz kir û got bi lêgerîna tazî ketine girtîgehê û got daxwaza wan ev e ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin.
 
Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Newroz Gulen ku li Enqereyê di 27’ê Mijdara 2020’an de bi ser mala wê de hat girtin û hat binçavkirin, piştre hat girtin. Newrozê di rûniştina ewil de hat tehliyekirin û tiştên ku jiyabû ji ajansa me re nirxand. Newrozê diyar kir ku rastî îşkenceya lêgerîna tazî hatiye û got binpêkirinên mafan gihiştiye asta herî jor.
 
Bi îşkenceya lêgerîna tazî ket hundir
 
Newrozê diyar kir ku pêvajoya girtinê bi îşkenceya lêgerîna tazî dest pê kiriye û got: “Ev êdî sîstematîk pêk tê. Ez şandim Girtîgeha Tîpa L a Sîncanê. Hevalên min li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan bû. Ji hevalên min dûr lêgerîna tazî kirin. Bi vê jî xwestin ku heval mudaxale nekin û pêşiya piştgiriyê bigirin. Ji ber pandemiyê ez 23 rojan li Tîpa L di karantînayê de mam. Pêvajoya karantînayê 14 roj bû lê ez 20 rojan zêdetir hatim girtin. 23 rojan mam û ez şandin girtîgeha jinan. Ez li vir jî hefteyekê di hucreyê de mam.”
 
Name û pirtûk nayên dayîn
 
Newrozê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Tîpa L ne kovar, ne pirtûk ne rojname dan. Xwarina wan gelek xerab bû. Piştî çûm cem hevalan rewş hinek din baş bû. Pirtûkên me nedidan me. Name nedidan. Piştî ez derketim hevalên min gotin ‘te nameya me girt’. Lê min nameyên yek hevalên xwe jî negirt. Agahiya me tunebû ku name tên an jî diçin. Me serlêdana sûc bikira jî lêpirsîn li ser me didan destpêkirin. Kargoyên me ji mehê carekê didan. Carnan jî qet nedidan.”
 
‘Em di şertên Tîpa F de diman’
 
Newrozê destnîşan kir ku bi hinceta pandemiyê mafên wan ên sohbet, qada hevpar, atolye ji destên wan hatine girtin û gardiyan her carê bi rehetî diketin koguşan û got: “Hemû maf bi pandemiyê re hatin binpêkirin. Me serlêdana sûc dikir lê me bersivek nedigirt. Li hundir jiyan rawestiya bû. Em di şertên tîpa F de diman. Di koguşên 6 kesî de em du heval diman lê me hevalên din qet nedîtin. Di rewşa normal de mafê heye ku em rojê saetekê hevalên xwe bibînin.
 
Der barê girtiyên di grevê de lêpirsîn
 
Newrozê balkişand ser grevên birçîbûnê û got daxwazên girtiyan daxwazên ku divê pêk bîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hevalên me ji bo şikandina tecrîdê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Hevalên me ji bo CPT bê raporê amade bike ketin grevê. Lê ne binpênkirinên mafan bi dawî bûn û ne jî tecrîd hat rakirin û ne jî CPT tê. Der barê hevalên me yên ketibûn grevê de lêpirsîn tên destpêkirin û piştre jî cezayên bername û çalakiyan didin. Ji bo girtiyên di grevê de kêm tişt tên dayîn. Rojê 3 lîmon 15 gram şekir, xwê, karbonat û sê qedeh çay. Ewil mast didan lê ew jî rakirin. Rojê carekê kontrola tenduristiyê tê kirin. Gardiyan her tim tacîza gotinî dikin. Hevalên bersiv didin gardiyanan jî rastî ceza tên.”
 
‘ÎÎşkenceya herî xerab a di jiyana min de bû’
 
Newrozê di dawiya axaftina xwe de dîsa balkişand ser îşkenceya lêgerîna tazî û got: “Îşkenceya lêgerîna tazî dispêrên rêziknameyê lê heman rêzikname ji aliyê serokwekîlê koma AKP’ê ve dikare bê redkirin. Divê binpêkirinên mafan demildest bi dawî bin û tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin. Binpêkirina mafan her kes dibîne. Ez wek jinek ciwan dibêjim, îşkenceyji a lêgerîna tazî bo min îşkenceya xerab bû. Îşkenceya herî xerab a di jiyana min de bû. Divê demildest tecrîd rabe.”