Jinên êzidî: Yên me nas nakin em jî wan nas nakin

  • 09:02 27 Adar 2021
  • Rojane
 
Viyan Seid/Elmas Nayif
 
ŞENGAL - Jinên êzidî da zanîn 7 sal in li Şengalê kedek heye û gotin: "Bi tu awayî em li hemberî gefan serî natewînin. Em ê li dijî fermanek din bi hêza xwe xwe biparêzin."
 
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ), Nûnerên YBŞ-YJŞ’ê, Asayîşa Êzîdxanê û nûnerên rêxistinên civakî bi pêşengiya Meclîsa Xweseriya Demokratîka Şengalê (MXDŞ) li ser gefên Hikûmeta Federal a Iraqê, helwesta PDK û Tirkiyeyê civiyabûn. Di civînê de biryara berxwedanê hat dayîn û banga xwedîderketina li Şengalê hat kirin. Jinên Şengalê jî ji ajansa me re behsa biryara ku hatî girtin kirin. 
 
'Divê hêzên me bên nasîn' 
 
Emîna Hecî di nava TAJÊ de cih digire bal kişand ser nêzîkatî û helwesta hikûmeta Iraqê û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Em weke jinê êzidî planên ser Şengalê em ê vala derbixin. Em nahelin ku carek din dijmin bê ser axa me. Hikûmeta Kazimî dixwazê ku leşkerên xwe zêde bike û bê ser axa me. Lê divê bê zanîn ku ku em weke jinên êzidî kesên ku hêzên me, zarokên me, asayiş û vîna me napejirînin em jî wan napejirînin û nasnakin."
 
'Şagirtên serokatiyê me ji qetlîamê rizgar kirin'
 
Emîna, da zanîn ku 74 ferman pêk hatin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Beriya fermanê hêza me ya parastinê tune bû. Em bê nasname û bê vîn bûn. Di fermana sala 2014'an de ji bilî şagirtên serokatiyê kesek nehat hewara me. Em spasiya wan dikin ku em ji qetilamê xilas kirin. Niha bi daxwaza dewleta tirk dixwazin hêza me û zarokên me tune bikin."
 
'Em serî natewînin'
 
Emîna, di dawiya axaftina xwe de wiha bal kişand ser têkoşînê: "Em  dayik em ê li cem zarokên xwe bin. Ger şer be em ê şer jî bikin. Em ê her tim piştgiriyê bidin zarokên xwe. Bila Iraqê baş bizanibe ku em tu carî serî natewînin. Em ê bi saya hêzên xwe, sazî û destgehên xwe li ber xwe bidin. Em ê planên şer ên li hemberî civaka êzidî û Şengalê vala derxin." 
 
'Em ji gefan natirsin'
 
Wetiha Reşo jî da zanîn ku tu carî planên şer ên li hemberî Şengalê qebûl nakin û wiha got: "Em weke jinên êzidî gefên Iraqê qebûl nakin. Zarokên me li dijî wan gefan xwe feda dikin û em ê jî xwedî li zarokên xwe derkevin. Divê bê zanîn ku em êdî ji gefên wan natirsin. Zarokên me ev 7 sal in li ber xwe didin û me diparêzin." 
 
'Li hemberî xiyanetê em ê her tim têbikoşîn'
 
Wetha, destnîşan kir ku gelo Iraq çi ji me dixweze û wiha nêrînê xwe anî ziman: "7 sal in em azad dijîn û niha jî wê dixwazin. Em dikarin civaka xwe bi hêza xwe biparêzin. Parastina hêzên din ne hewce ye. Beriya fermanê em bêhêz bûn û bi xiyanetê jin û zarokên me ketin destê dijmin, bi hezaran kes hatin kuştin. Em ne li dijî Hikûmeta Iraqê ne em dijî wê xiyanatê ne ku dixwazin me tune bikin."
 
'Heta dawiyê berxwedan'
 
Wetiha, diyar kir ku dê xwedî li hêza xwe derkevin û wiha dawî li axaftina xwe anîn: "Em ê piştgiriyê bidin zarokên xwe û em ê xwedî li zarokên xwe derkevin. Em nahelin keda zarokên tune bikin. Em jinên êzidî xwedî li ax, çiya û zarokên xwe derkevin. Em ê heta dawiyê têbikoşîn. Em bang li her kesî dikin ku bên xwedî li axa xwe derkevin."