ROJEVA 27'Ê ADARA 2021'Ê

  • 09:00 27 Adar 2021
  • Rojev
 
*Endamên Platforma Jinan a Şahmaranê û aktivîstên TJA’yê yên li dijî betalkirina Peymana Stenbolê bi bertek in gotin ew ê li dijî betalkirina Peymana Stenbolê rêxistina xwe û têkoşîna xwe bi hêztir bikin. DÎMEN HEYE
 
*Jinên êzidî da zanîn 7 sal in li Şengalê kedek heye û gotin: "Bi tu awayî em li hemberî gefan serî natewînin. Em ê li dijî fermanek din bi hêza xwe xwe biparêzin." BI DÎMEN 
 
*Şanogerên jin, Roja Şanoyê ya Cîhanê li hemû şanogeran pîroz kirin û gotin: “Bi saya têkoşîna şanogeran gelek tişt di qada şanoyê de guherin û niha di nava civakê de jî xwedîderketinek mezin heye." BI DÎMEN 
 
*Endama Meclîsa Ciwanên HDP’ê Newroz Gulen binpêkirinên mafan ên li girtîgehan rêz kir û got bi lêgerîna tazî ketine girtîgehê û got daxwaza wan ev e ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin. BI DÎMEN 
 
*Jinan bertek nîşanê doza girtina HDP’ê dan û pirsîn: “Gelo hûnê edeletê li ku pêk bînin? Bi girtina partiyan? Bi bêdengkirina mirovan?” BI DÎMEN 
 
*Nahîde Opuz a ku ji aliyê mêrê pê re zewicandî Huseyîn Opuz ve rastî şîdetê hatibû û 36 caran gilî kiribû, ji aliyê dewletê ve nehatibû parastin û DMME’ê Tirkiye mahkûm kiribû. Di doza Nahîde Opuz a ku îskeleta Peymana Stenbolê ava kiribû de, wê demê serokwekîla koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş doz biribû DMME’ê. Meralê diyar kir ku niha bi hezaran Nahîde Opuz hene û got dewlet mafê jinan ji dest digire.
 
*Hevseroka TUHAY-DER a Wanê Kudret Temel, bal kişand ser hevdîna bi telefonê ya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re pêk hatî û got: "Tecrîda ku pêk tê ne hiqûqî ye. Em ji wê rewşê bi fikar in. Em banga bi dawîkirina tecrîdê dikin." BI DÎMEN