Zeynep Mete: Divê gelê me li dijî tecrîdê rabe ser piyan

  • 10:06 26 Adar 2021
  • Rojane
ŞIRNEX - Zeynep Mete ya ku di 16'ê Adarê de ji Girtîgeha Tîpa F ya Sîncanê hat tahliyekirin, anî ziman ku di girtîgehan de li ser girtiyan zext û gefên mezin hene û got: "Girtî li dijî tevcrîd û pêkanînên dijmirovî di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Ji bo ku daxwazên girtiyan bên qebûlkirin divê gelê me li dijî tecrîdê rabe ser piyan."
 
Girtiya bi navê Zeynep Mete ya ku di 2016'an de bi hinceta "Endama Rêxistinê ye" hatibû girtin. Zeynep a ku jê re 9 sal û 8 meh cez dihat xwestin 5 salin girtî bû. Zeyenep piştî ku dosyeya wê ji aliyê dadgeha bilind ve hat xirakirin di 16'ê Adarê de ji Girtîgeha Tîpa F ya Sîncanê hat tehliyekirin.  Zeynep  derbarê şert û mercên girtîgehan û greva birçîbûnê ku ji ji 17'ê Mijdarê de li girtîgehan hatiye destpêkirin de nirxandin kir. 
 
Zeynep, anî ziman ku ew nêzî 5 sal in bi awayek bê sûc û dij hiqûqî girtî maye û wiha got: "Naveroka dosyaya derbarê min de hat vekirin vala bû. Gelek kesên wek min bi awayek bê hiqûqî hatin girtin û hîn jî girtî ne. Bi girtinan dixwazin vîna me bişkînin. Bi girtinan dixwazin gelê kurd teslîm bigirin. Tundiya ku li girtiyan tê kirin berdewam e. Lê girtî di girtîgehan de tim di nav berxwedan û têkoşînekê de ne. Rastî jî rewşa girtîgehê cuda ye. Îro wekî ku tê zanîn li ser Rêber Apo tecrîdek giran tê meşandin. Ji bo rakirina tecrîdê tim çalakî hatin kirin û herî zêde jî ev çalakî li girtîgehan tên kirin.  Barê girtiyan cudatir û girantir e. Li derve jî li dijî tecrîda girankirî gelek çalakî teên kirin û niha jî hemleya 'Dem dema azadiyê ye' dest pê kiriye. Bi salane li ser Rêber Apo tecrîdek giran tê meşandin û nayê rakirin. Birêz Ocalan di 15'ê Nîsanê de bi tenê bi rêya telefonê bi malbatê re hevdîtin kir û herî dawî jî li ser bertekan duh çend deqeyan bi telefonê bi malbata xwe re hevdîtin kir. Ew jî di nêvî de hat qutkirin. Em vê rewşê qebûl nakin. Hevdîtina ku bi telefonê hat kirin têr nake. Şert û mercên ku îro Serok gelek giranin. Em ji vê rewşê gelek bi gûman in. Ji ber vê yekê di milê siyasî de divê berxwedanek xûrtir bê dayîn. Şert û mercên girtîgehan ji xwe diyarin. Di girtîgehan de ji 27'ê Mijdara 2020'î ve çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger hatiye destpêkirin û berdewam e."
 
'Bila daxwazên girtiyan bên qebûlkirin'
 
Zeynep, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya ku di pêşengiya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera Colemêrgê Leyla Gûven de hatibû destpêkirin û wiha domand: "Wê demê çalakiya greva birçîbûnê li hemû girtîgehan belav bû. Ez wê demê di girtîgeha Şirnexê de bûm.  Piştre jî meha Adarê ketim greva birçîbûnê. Wê demê min sirgûnê Girtîgeha Sîncanê kirin. Gelek hevalan dawî li jiyana xwe anî. Her wiha ew greva birçîbûnê gelek dirêj domiya. Em naxwazin ku di vç çalakiya greva birçîbûnê de jî girtî zerarê bibînin. Em dixwazin demildest daxwazên girtiyan bên bichanîn û tecrîd bê rakirin. Divê demildest gavên xûrt bên avêtin. Em jiyanek aram dixwazin. Şert û mercên li girtîgehan gelek giran in. Em rastî gef û nakokiyan tên. Ji ber rewşa Serok em di nav fikaran de ne. Di girtîgehan de hevalên me kom bi kom di greva birçîbûnê de ne.  Li Sîncanê jî girtî di grevê de bûn. Girtî ji gel bi hêvî ne û ji bo çalakiya xwe piştevaniyê dixwazin. Hîn hevalên girtî hene 30 salin girtî ne. Dema mirov di girtîgehê de rehîn be hemû tişt sînorkirî ye."
 
'Şert û mercên Serokê me  giranin'
 
Zeynep, di berdewamiya axaftina xwe de got girtiyên di girtîgehan de dixwazin gel li derve demildest rabin ser piyan û ev tişt anî ziman: "Hevalên me yên di girtîgehan de dixwazin li derve ji bo rakirina tecrîdê deng bilind bibe û bêhrtir çalakî bên lidarxistin. Em naxwazin êdî dilê dayikan biêşê û rondik ji çavên wan bibarin. Em tim jiyaneke xweş û aram dixwazin.   Em îro nizanin ku di girtîgeha Îmraliyê de çi tê jiyîn. Ji ber vê yekê fikarên me her roj zêdetir dibin. Seokê me di şert û mercên herî giran de tê girtin. Em dixwazin ji bo rakirina tecrîdê û bidawîbûna çalakiya greva birçîbûnê çareserî bê dîtin."
 
'Girtî di bin tecrîdê de ne'
 
Zeynep, di dirêjiya axaftina xwe de wiha behsa şert û mercên girtîgehê kir: "Mafê girtiyan ên wekî werzîş,sînevîzyon û bernameyên cuda hebûn. Ev du salin bi hinceta nexweşiya vîrûsa koronayê hemû ji holê hatin rakirin. Dema ku me ji rêveberiya girtîgehê hin daxwaz dikirin bi mehan pêk nedianîn.  Berhemên paqijiyê, devrû û lep ku ji bo parastina şewbê girîng bûn nedidan girtiyan. Berhemên paqijiyê jî me li gor derfetên xwe bi xwe dikirîn. Bi ser qawişên me de digirtin lêgerîn dikirin. Bi hinceta pandemiyê hevdîtinên vekirî hatin qedexekirin. Bi tenê bi rêya telefonê me hevdîtin dikir. Her rojnameya Xwebûn û Yenî Yaşam nadin girtiyan. Radyo hemû hatin komkirin. Pirtûkan jî sînorkirî didin. Me pirsgirêka ava germ gelek caran dijiya. Di girtîgehê de hemû tişt sînorkirî ne. Tiştên ku me ji kantînê distendin jî gelek biha bûn. Her wiha li gor kêfa xwe tiştên ku me dixwest didan. Em di girtîgehê de di bin tecrîdê de bûn. Jiyan di girtîgehê de gelek zehmet e. Niha dixwazin li cihên ku me hevpar bi kar dianî kamera bi cih bikin. Lê me bi cih kirinakamera qebûl nekir û hevalên me hîn jî li berxwe didin ku neyê bicihkirin. Di girtîgehê de girtiyên nexweş gelek zêde hene û ne tên berdan ne jî tên dermankirin. Girtiyên ku nexweşin dema diçin nexweşxaneyê jî li vegerê bi rojan di karantînayê de dihêlin. Her wiha carna jî dermankirin hevalan nayê kirn. Di girtîgehande lêgerîna tazî tê kirin. Li ser girtiyan gef û zextên mezin tên kirin. Em lêgerîna tazî tu carî qebûl nakin."  
 
'Bila gelê li dijî tecrîdê bibe yek'
 
Zeynep, di dawiya axaftina xwe de banga xwedî erketina li çalakiya girtiyan kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bila hemû gelê me xwedî girtiyan derbikeve. Divê demildest ji bo çareserkirinê gav bê avêtin. Beriya ku girtî zerarê bibînin  bila gelê me dengê xwe bilind bike. Îro di girtîgehan de hevalên me di grevê de ne û bila gelê m jî li dijî tecrîdê rabe ser piyan. Bila gelê me li dijî tecrîdê rabe ser piyan."