Jinên Agiriyê: Em ê xwedî li HDP’ê derkevin

  • 09:05 26 Adar 2021
  • Rojane
AGIRÎ - Jinên Bazidê bertek nîşanî doza girtina HDP'ê dan û gotin: "AKP îradeya Gelê Kurd tune dihesibîne, li dijî wê yekê divê em jî piştgiriyê bidin HDP’ê."
 
Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dadgeriya li Dadgeha Destura Bingehîn (DDB) bi daxwaza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) doz hat vekirin û di îdianameya hat amadekirin de jî derbarê 685 siyasetmedarên HDP’ê de heta 5 salan qedexeya siyasî hat xwestin. Li dijî daxwaza girtina HDP’ê bertek her diçin mezin dibin. Li Bazida Agiriyê jî welatiyan nerazîbûn nîşanê biryarê dan.
 
‘AKP, HDP’ê li pêş xwe wek astengî dibîne’
 
Emîne Ors: Desthilatdarî HDP’ê ji bo xwe asteng dibîne û ji ber vê dixwaze bigire. Ez hilbijêra HDP’ê me. Ez bi HDP’ê serbilindim. HDP çavkaniya jiyana me ye. HDP tunebe em jî tune ne. Me bi HDP’ê re daxwazên xwe anîn ziman. Partiya me ye. HDP hemû zilm û zexta li ser gel tîne ziman. Heta dawî mafên me dipirse û diparêze. Nikarin HDP’ê bigirin. Hêza wan têr nake. HDP’yek bê girtin wê ya din bê vekirin. Bila dewlet xwe nexapîne. Kurd jî her tiştî dizanin. Heta dawî dengên me ji bo HDP’ê ne.
 
‘Ez dikarim di HDP’ê de her cureyê peywirê bigirim’
 
Zozan Ergul: Divê hevserokên giştî yên dema berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş bên berdan. Desthilatdarî bi zextan nikare Gelê Kurd biçewisîne. Bi hezaran siyasetmedarên kurd hatin girtin, partiyên siyasî hatin girtin. Tevî vê kurdan dîsa partiya xwe ava kirin. Çima Fîgen û Selahattîn girtîne? Çima dijminahiya kurdan dikin? Gelo kurdan çi kiriye? Kurd mafên xwe diparêzin. Ez 90 salî me. Tevî vê ez dikarim di HDP’ê de her karî bikim. Em tu car dest ji HDP’ê bernadin. Em mafên xwe diparêzin. Demên berê jî Orhan Dogan ew hatin girtin. Em wan jibîr nakin. Em mafên wan diparêzin. Em mafên zarokên xwe diparêzin. Em HDP'î ne. Divê hemû kurd bibin yek û xwedî HDP’ê derkevin.
 
‘AKP li hember îradeya kurd ne rêzdare’
 
Mehtap Yildirim: AKP tu car li hember îradeya kurd rêzdar nîne. HDP ji bo kurdan destkeftiyeke. HDP partiyeke me temsîl dike ye. Bi saya HDP’ê me îradeya xwe nîşan da û me xwe parast. Em li dijî girtina HDP’ê ne. Tirkiye ne welatekî demokratîke. Hele ku li hember Kurdan. Gelê Kurd tê binpêkirin. Em bibin yek û li dijî girtina HDP’ê bisekinin. Ji ber HDP me diparêze.”
 
‘Ji bo kurdan maf nayê nasîn’
 
Refîka Yildirim: Ji ber ku ji bo kurdan maf nayê nasîn HDP hat girtin. Em naxwazin HDP bê girtin. Ger Tirkiye welatekî demokratîkbûna me yê bikariba mafê xwe biparasta. Partiyeke din vebikin ez ê dengê xwe bidim wan. Piştgiriya min ji bo HDP’ê ye û divê her kes jî piştgiriyê bidê.
 
‘Îradeya me tune dihesibînin’
 
Fîlîz Koç: Bi girtina HDP’ê re îradeya me tune dihesibînin. Ji ber nûnerên Kurdane min dengên xwe her tim da wan. HDP îradeya min e. Dengên me dane tune dihesibînin. Ji DEHAP’ê heta niha gelek partî ava bûn. Kîjan hat girtin li şûnê yek din hat vekirin. Divê hemû hilbijêr bertek nîşan bidin.