Ji bo rakirina tecrîdê banga têkoşîna hevpar

  • 09:04 26 Adar 2021
  • Rojane
ENQERE - Jinên li qadên Newrozê bang kirin ku divê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin, diyar kirin ku tecrîdê bandor li ser hemû civakê kiriye û ji bo rakirina tecrîdê banga têkoşîna hevpar hat kirin.
 
Tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan her diçe giran dibe û bertekên gel jî li dijî vê mezin dibin. Hefteya borî li ser hesabekî çapemeniya civakî derbarê rewşa tenduristiya Abdullah Ocalan de hinek îdiayan cih girt û piştî vê malbat û parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin. Di pîrozbahiyên Newrozê de bi sedhezaran welatî, li qadan daxwaza azadiya Ocalan kirin. Welatiyên li Enqereyê dijîn destnîşan kirin ku divê demildest tecrîd bê rakirin.
 
Hatîce Aras: Niha tecrîdek giran li ser Birêz Ocalan heye. Hevalên li zindanan jî ji bo rakirina tecrîdê ketine grevê. Ew li hundir em li derve têdikoşin. Em her tim ligel hevalên xwe ne. Heta tecrîd bişkê wê têkoşîna me jî bidome.
 
Yeter Çevîk: Em tecrîdê rast nabînin. Kes jî rast nabîne. Rêya aştiyê bi şikandina tecrîdê pêkane. Em aştiyê dixwazin. Ji bo rakirina tecrîdê divê pêngavên aştiyê bên avêtin. Divê daxwazên gel li ber çavan bên girtin.
 
Nezahat Yaşar: Rêbertiya me 22 sal in li Îmraliyê ye. Êdî bes e. Divê tecrîd rabe. Divê dawî li tecrîdê bînin. Ji bo tecrîd rabe li girtîgehan grev hat destpêkirin. Divê demildest dawî li vê bê anîn. Divê her kes bibe yek û dakevin qadan. Divê ev rewş bê protestokirin. Tişta îro li zarokên me tê kirin wê sibê li zarokê we bê kirin.
 
Sîbel Goktaş: Tecrîd sûcekî siyasiye. Bi armanca siyasî li ser Abdullah Ocalan tecrîd pêk tê. Ev helwestek kêfiye. Tecrîd tenê li girtîgehan pêk nayê. Niha beşeke mezin a civakê di bin tecrîdê de ye. Hûn li qada Newrozê binêrin, her tişt tê dîtin. Hemû girtî xwedî mafên wekhvin. Divê bi malbat û parêzerê xwe re hevdîtinê bikin. Mafên wan yên herî sereke ji destê wan tên girtin. Abdullah Ocalan Rêberê Gelê Kurd e. Divê gel her derê veguhere qada berxwedanê ya topyekun. Divê em di têkoşînê de bibin hevpar.
 
Sultan Demîr: Em dixwazin tiştên xweş bibin. Em dixwazin Rêberê me azad be. Ancax cîhan wê wisa xweş bibe û zarokên me ligel me bin. Em dixwazin rewşa rêberê me baş be.
 
Sakîne Kiran: Ez wek dayikekê ji rêberê me re dua dikim. Bang li dewletê dikim; êdî bes e, Rêberê me berdin. Kurê min jî girtiye. Tevî ceza qedyaye jî bernadin. Xwedê vê zilmê qebûl nake.
 
Nurcan Gur: Ez hemû hevalên girtî bi hezkirin û rêzdarî silav dikim. Ez Tirkim û her tim ligel wan im. Ez li hember doza wan rêzdarim. Dema girtî birçîbin em jî nikarin pariyek nan bixwin. Ev gel amade ye ku çi bikeve ser milê wan bikin. Em aştiyê dixwazin. Bila êdî lihev bikin. Yekane daxwaza me ev şer bidawî be. Bila tu dayik êdî negirin.
 
Gulîstan Yavuz: Ez girtiyên jin silav dikim û Newroza wan pîroz dikim. Jinê kurd her tim li ber xwe dane. Ji vê saetê şûnde jî serî natewînin. Ez carek din berxwedana wan silav dikim.
 
Munîbe Koç: Em dayikên Aştiyê tecrîdê naxwazin û em dibêjin bila bidawî be. Tecrîd rabe wê aştî jî bê. Tecrîda li ser Rêbertiyê, tê wateya jin jî di bin tecrîdê de ne û civak jî di bin tecrîdê de ye. Yanî tecrîd li ser mirovahiyê ye. Bila tecrîd rabe ku ev grev jî bidawî bin.
 
Melahat Yilmaz: Divê tecrîda li ser Rêbertiyê bê rakirin. Em ji bo Rêbertiyê li qadane û em ji bo girtiyên siyasî îro li vir in. Yakene daxwaza me rakirina tecrîdê ye. Em ji bo demokrasî û aştiyê li vir in. Divê hemû gel bi hêza xwe tecrîdê rabike.
 
Ferfurî Yalçin: Em ji bo mafên xwe di zindanan de ne. Em mafdar in. Em qada Newrozê birêz Abdullah Ocalan silav dikin.