‘Li dijî betalkirina Peymana Stenbolê mezinkirina têkoşînê hewce ye'

  • 09:01 26 Adar 2021
  • Rojane
Sema Çaglak
 
AMED - Li dijî betalkirina Peymana Stenbolê bertekên jinan didomin. Jinan destnîşan kir ku kuştina jinan polîtîk e û gotin: "Ji xwe berê jî Peyman Stenbolê nedihat pratîzekirin û niha yek car peyman betal kirin. Ev tişt nîşan dide ku jiyana jin û zarokan êdî ne di ewlehiyê de ne." 
 
Bertekên li dijî betalkirina Peymana Stenbolê her ku diçe xwe zêde dibe. Tirkiye bi awayekî fermî alîgirê peymanê bû û vekişîna xwe ya peymanê jî bi rêya çepemeniyê ragihand. Li dijî vê jinan li ser hesabên xwe yên civakî bertekên xwe anîbûn ziman û destnîşan kiribûn ku wan wê biryare nas nakin. Jinên ku  beşdarî Newroza Amedê bibûn jî bal kişandin li ser betalkirina Peymana Stenbolê.
 
‘Em ê şûna îteatkirinê têkoşîna xwe mezintir bikin’
 
Jina bi navê Dîlan ku nexwest paşnavê xwe bêje destnîşan kir ku vekişandina ji Peymana Stenbolê ji bo jinan wek darbeyek e û wiha got: “Li Tirkiyê ji ber nasnameya me ya kurdbûnê em qasî têra xwe bindestin. Bi newêkhêviya civakê jî em wek jinên kurd du qat zêdetir bindestin. Gava min betalkirina Peymana Stenbolê bihîst talûkeyekê mezin hîs kir. Lê ji bo azadiya jinê çi ji destê me bê em ê bikin û têbikoşin. Em ji bo azadiya xwe çalakî li dar dixin lê ew jî tê asteng kirin. Em nikarin fikr û ramanên xwe bi awayekî azad bînin ziman. Tehemûla wan ji fikra me re jî tune. Tenê dixwazin em jin îteatê bikin. Lê em ê tu carî îtaetê nekin û dê têkoşîna xwe mezintir bikin.”
 
‘Ji wê şevê şûnde tu jin û zarok ne di ewlehiyê de ne’
 
Rojbîn Akbaş jî destnîşan kir ku êdî jin bi tirsê re dijîn û wiha axivî: “Betalkirina Peymana Stenbolê biryarek gelek bi xeter e. Di şevekê de ewlehiya hemû jin û zarokan tune hat hesibandin. Ji wê şevê şûnde tu jin û zarok ne di ewlehiyê de ne. Her dem jin bi kuştinê re rûbirû ne. Yên ku ev peymanê betalkirin wê çawa hesabê jinên ku bên qetîl kirin bidin? Em nikarin xwe ji tu tiştê biparêzin. Em êdî naxwazin bimirin. Em bê sedem nabêjin ku jin jiyan e, jiyanê nekuje. Jin perwerde dide, pêş dixe. Çiqas jin pêş biçe civak jî ewqas pêş ve diçe. Ji bo ku ji hêza jinan ditirsin ev biryar hat dayîn.”
 
'Kuştina jinan polîtîk e' 
 
Leyla Denîz jî destnîşan kir ku betalkirina Peymana Stenbolê tê wateya kuştina jinê polîtîk e û wiha axafatina xwe berdewam kir: “Min ew biryare di saetên sibê li ser medyayên civakî de dît. Li şûna xemginiyê zêdetir bi hers bûm. Peymanek ku navneteweyî bû hat feshkirin. Jixwe nedihat sepandin jî. Feshkirina vê peymanê parastina kujerên jinan e. Ev peyman bi têkoşînek mezin hatibû bi dest xistin. Lê em ê tevî van yekan dîsa têkoşîna xwe ya ji bo azadiya jinê bidomînin. Pêwîst e ku em vê mijarê ji rojevê dernexînin. Ligel vê lazim e ku hemû jin ji bo vê biryarê dakevin kolanan.”
 
‘Xwedî li Peymana Stenbolê derkevin’
 
Leyla bal kişand li ser nîqaşên Peymanê Stenbolê û wiha bilêv kir: “Yên ku vê peymanê betal kirin dibêjin Peymana Stenbolê di nav malbatê de parçebûnî pêk tînê. Lê belê kîjan malbat tê parçe kirin? Qey qala jina ku jiyana koletî jê re hatiye ferz kirin dikin? Qey qala jina ku jiyanek bindest û îteatkar hatiye ferz kirin dikin? Piraniya qetîlkirina jinan bi awayekî zanebûn û plankirî tê kirin. Herî zêde jinên ku li dijî tundî, îşkenceyê û her wiha têkiliyên ensest re derdikevin tên qetîl kirin. Dixwazin jin îşkenceya ku dibîne li hundirê xwe de veşêre. Malbata ku qala wê tê kirin ew e qey? Rewşa Tirkiyê ji rewşa demokrasîyê gelek dûr e. Bila qet qala demokrasiyê  nekin.”