Jinên Şengalê: Em ê ax û zarokên xwe biparêzin

  • 16:24 25 Adar 2021
  • Rojane
 
ŞENGAL - Tevgera Azadiya Jinên Êzidî, li dijî helwesta hikûmeta Iraqê daxuyaniyek da û got: "Em jinên Şengalê bang li hikûmeta Iraqê dikin ku dev ji êrîş û tehdîtên xwe berdin, lê ger ew di biryara xwe de bi îsrar be em ê jî parastina ax û çiyayên xwe bikin û li ber xwe bidin." 
 
Meclîsa Xweseriya Demokratîka Şengalê (MXDŞ) bi saziyên xwe re civiya, di civînê de nûnerên YBŞ û YJŞ’ê, Asayîşa Êzidxanê, Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), rêxistinên civakî yên sivîl ên Şengalê û rûspiyên herêmê jî amadebûn. Piştî civînê bi daxuyaniyek hevbeş biriyara xwe ya berxwedanê ji  raya giştî re ragihandin.
 
Derbarê mijarê de Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) jî bi awayek xweser civiya û bi daxuyaniyekê helwesta xwe ya li hemberî gefan nişanda û diyar kir ku dê li hemberî hemû êrîşan xwe biparêzin. Daxuyanî ji aliyê Siham Şengalî ve hat xwendin. 
 
'Em ê heya dawî axa xwe biparêzin'
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em weke jinên êzidî heya dawî em ê axa xwe biparêzin. Ger pêwîst bike em ê bi zarokên xwe re li beramberî êrîşkaran berxwedanî û şer bikin. Em civakê êzdî bi dehan ferman li ser me re derbas bûne û hatine qetilkirin, xwestin me qir bikin lê negihêştin armancên xwe. Ji ber girêdana me bi bawerî û çanda me heye em gihêştin vê astê ji berxwedanê. Heya fermana 74’an civaka me bê rêxistin hatibûn hiştin di wir de em hatin esîr kirin û di bazaran de jinên me ji aliyê DAIŞ’ê hatin firotin.
 
Çiyayên me yên pîroz rumeta me ye
 
Piştî fermana 74’an ku Şengal  ji aliyê gerîlayên azadiyê ve hate rizgar kirin. Me xweseriya xwe ya demokratîk sazî û dezgehên xwe yê sivîl û leşkerî avakirin. Kar û xebata me li ser esasê Şengalek xweser û serbixwe tu kes serweriya xwe li ser nede meşandin, bû. Xweseriya Şengalê hêşt koçberên ji derve carek din berê xwe bidin xaka xwe ya pîroz. Ev xweserî ne li gor berjewendiyên hikûmetên desthiladar bûn, loma rû bi rû dihêlin em rastî pilan û lîstokên bên. Daxwaza wan ewe hêzên me yên leşkerî tesfiye bikin lê bi bertekên dayik û ciwanên berxwedêr ev plan vala derxistin. Herî dawî jî artêşa Iraqê daxwaz dike derbasî çiyayên me yên pîroz bibe û hêza me li wan deran tune bike. Em van helwestan û parçekirina rêxistin û xweseriya Şengalê şermezar dikin. 
 
Em ê li ber xwe bidin 
 
Çiyayên Şengalê pîroz in û hebûna me temsîl dikin ew cihên parastina me ne, em qebûl nakin hêzên ji derve dest dirêjî hebûna me bikin. Em ji bo Şengalek azad û serbixwe banga piştevaniyê dikin. Em bi aşîtî û aramiyê dikarin pirsgirêkên heyî çareser bikin ji ber em miletek aştîxwazin lê yên ku êrîşî li ser nirxên me bikin em ê jî bertekên xwe nîşan bidin. Em jinên Şengalê bang li hikûmeta Iraqê dikin ku dev ji êrîş û tehdîtên xwe berdin, lê ger ew di biryara xwe de bi îsrar be em ê jî çek rakin li ser bigirin û mil bidin hev parastina xak û çiyayên xwe li berxwe bidin û şer bikin.”