Ji bo Emîne Şenyaşar li ber Edliya Rihayê daxuyanî hat dayîn

  • 16:12 25 Adar 2021
  • Rojane
 
RIHA - Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyayar ku 17 roj in li ber Edliyeya Rihayê di nabeta 'edaletê' de ne hatin binçavkirin. Jinên ku ji Êlihê ji bo serdanê hatin li cihê nobetê daxuyanî dan û binçavkirina Emîne û Ferît şermezar kirin. 
 
Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyayar ku 17 roj in li ber Edliyeya Rihayê di nobeta 'edaletê' de bûn îro hatin binçavkirin. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê, Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Êlihê ji bo serdana malbata Şenyaşar berê xwe dabûn Rihayê. Lê ji ber ku Emînê û Ferît hatin binçavkirin li ber edliyê daxuyanî dan çapemeniyê. Endama Dayikên Aştiyê Sultan Azboy daxuyanî da. 
 
Sultan bertek nîşanî binçavkirinan da û got: "Em ê her tim bi malbatê re di nava piştevaniyê de bin. Dayika Emîne ji bo wekhevî û edaletê li vir rûdinê. Lê dewletê wê binçavkir. Em binçavkirina wan şermezar dikin. Em wekî dayikên li Êlihê ji bo piştevaniyê hatin li vir. Em carek din bang dikin em piştgiriyê didin dayika Emîneyê."
 
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû. 
 
Emîne û Ferît ji bo îfadeyê birin Midûriyeta Emniyetê ya Rihayê. Hêj li vir îfadeyên wan nehatiye girtin.