KCD û DBP çûn serdana çalakiya malbata Şenyaşar

  • 14:18 25 Adar 2021
  • Rojane
RIHA  - Çalakiya nobeta 'edaletê' ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 17'emîn de berdewam dike. KCD û DBP'ê çûn serdana Emîne Şenyaşar. 
 
Li navçeya Pirsûs ya Rihayê beriya hilbijartinên girştî yên  24'ê Hezîrana 2018'an di 14'ê Hezîranê de xizm û parêstvanên parlamenterên AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrîşî malbata Şenyaşar kiribûn û hevjînê Emîne Şenyaşar Haci Esvet Şenyaşar û zarokên wan Adil û Celal Şenyaşar kuştibûn. Di heman bûyerê de ji heman malbatê Fadil û Ferîd jî hatibûn birîndarkirin. Fadil bi birîndarê hatibû binçavkirin û piştre jî hatibû girtin. Piştî vê di 8'ê Adarê de Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît bi daxwaza edaletê li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya nobeta 'edaletê' kiribûn. Çalakiya Emîne û lawê wê di roja 17'emîn de berdewam dike.
 
Îro Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Bedran Ozturk, Hevserokên Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydeniz û Keskîn Bayindir çûn serdana malbata Şenyaşar. Emîne di serdanê de derbarê serpêhatiyên xwe de agahî da û got: "Ka li ku ye edalet? Hikûmet çima zaliman diparêz e? Hevjînê min û zarokên min li ber çavên min kuştin. Çima dîmên kamerayê dernaxin holê? Lê îro ji ber ku me dowîz daliqandibû polîs mudaxaleyê çalakiya me kir. Niha ji bo kurê min 150 sal dixwezin. Çima wisa dikin? Heke em sûcdar bin bila ceza bidin! Ez niha derman bikartînim. Heke derman bikarneynim nikarin rakevim. Em dîn bûme. Êdî bes e. Ez berî ku bimirim dixwazim kurê xwe Fadil bibînim."
 
Di serdanê de Salîha axivî û diyar kir ku dê her tim piştgiriyê bidin çalakiya wan a edaletê û wiha axivî: "Em bê edaletî û bê hiqûqiyê qebûl nakin." 
 
Bedran jî da zanîn ku rojek ji bo her kesî dê edalet pêk bê. 
 
Çalakiya nobetê ya Emîne û Ferît di bin dorpêça polîsan de didome.