Polîsan êrîşî çalakiya Emîne Şenyaşar kir

  • 12:59 25 Adar 2021
  • Rojane
 
RIHA - Çalakiya nobeta 'edaletê' ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 17'emîn de berdewam dike. Emîne got, "Em bi edaleta derengmayî jî razî ne."
 
Li navçeya Pirsûs ya Rihayê beriya hilbijartinên girştî yên  24'ê Hezîrana 2018'an di 14'ê Hezîranê de xizm û parêstvanên parlamenterên AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrîşî malbata Şenyaşar kiribûn û hevjînê Emîne Şenyaşar Haci Esvet Şenyaşar û zarokên wan Adil û celal Şenyaşar kuştibûn. Di heman bûyerê de ji heman malbatê Fadil û Ferîd jî hatibûn birîndarkirin. Fadil bi birîndarê hatibû binçavkirin û piştre jî hatibû girtin. Piştî vê di 8'ê Adarê de Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît bi daxwaza edaletê li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya nobeta 'edaletê' kiribûn. Çalakiya Emîne û lawê wê di roja 17'emîn de berdewam dike.
 
Serê sibehê Emîne û Ferît ê ku hatin ber edliyê bi dowîzên ku li gel xwe anîn re  gotin, "Di 14'ê Hezîrana 2018'an de li kargeha xwe û li nexweşxaneyê em di qirkirinê re hatin derbaskirin. Lê ji ber ku di bûyerê de tiliya parlamenter heye doz nayê vekirin. Em edaletê dixwazin", "Li Nexweşxaneya Dewletê sûcê mirovahiyê hatiye kirin. Em bi edaleta derengmayî razî ne. Çalakiya me ya nobeta edaletê di roja 17'emîn de berdewam dike." , "Edalet edalet", "Ez ji bo hevjîn û zarokên xwe yên li  Nexweşxaneya Dewletê li ber çavên min hatin kuştin edaletê dixwazim" û "ji bo her kesî edalet" Herwiha rapora ji ji Muduriyeta Giştî a Tendirustiyê, nimareyên telefonê ku di girtekên dosyayê de cih digirn û wêneyên kesên hatin kuştin daliqandin. 
 
Welatiyên ku ketin edliyê û derketin bi baldarî nivîsa li ser dowîzan û li wêneyên hatibûn daliqandin nêrtin.  Ferît jî derbarê dosyaya dozê de agahî parve kirin. Emîne bertek nîşanî kêşandina wênyan ji aliyê polîsan  ve da û got, "Wêneyên kujeran bikişînin." 
 
Polîsan êrîşî çalakiyê kir
 
Polîsan êrîşî pankart û dowîzên hatin daliqandin kir û bi hinceta ku "Avahiya Cemaweriyê ye" destûr neda, dowîz û pankart desteser kirin. Ferît Şenyaşar bertek nîşanî topkirina dowîz û pankartê da û  got, "17 roj in em li vir in. Dema me nûh dest bi çalakiyê kir em li hûndir edliyê bûn we me derxist. Ji vir û şûnde hûn min bikujin jî ez ji vir gavê paşve navêjim."
 
Polîsan rojnamegerên ku xestin dîmen û wêneyan bikişînin jî asteng kirin û di lêpirsîna nasnameyê re derbas kirin. 
Basına GBT kontrolü
 
Nobeta Emîne û lawê wê Ferît berdewam dike.