Parêzer û malbat ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
- 12:48 25 Adar 2021
- Rojane
STENBOL - Parêzer, malbat û wasiyê Abdulah Ocalan bi daxwaza “hevdîtina lezgîn” carek din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Faîk Ozgur Erol, Rêzan Sarica, Cengîz Yureklî û Serbay Koklu bi daxwaza “hevdîtina lezgîn” carek din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzeran her wiha ji bo bi miwekîlên xwe Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li gel Ocalan tên ragirtin hevdîtinê bikin serî li serdozgeriyê dan.
Mehmet Ocalan ê birayê Abdullah Ocalan û wasiyê Abdullah Ocalan, Mazlûm Dînç û malbatên girtiyên din jî ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriyê dan.